Gel çawa aştiyê red dike?
Heftêya bihurî aştiya di navbera gerîlayên FARC´ê û hikûmeta Kolombiyayê de hat ragihandin. Ev nûçe ji bo tevahiya cîhanê balkêş bû; gelek rêxistin, dewlet û saziyên cûrbicûr hizrên xwe yên li ser vê mijarê eşkere kirin. Ji dil be yan jî ne ji dil, bi giştî erênî li vê encamê nihêrîn. Heta bi hikûmeta Tirkiyeyê ya faşîst jî peyameke pîrozbahiyê ji bo aliyan birêkir. Lê encama doh derketî holê ji ragihandina hefteya bihurî jî dijwartir bandor li raya giştî ya cîhanê kir. Lewre hind qalibên wek, “gel ti carî şer naxwazin, tim li gel aştiyê ne” jî ser û binî hev kirin. Mixabin ev qalibên ku gelan tim wek alîgirên aştiyê didin nîşan her gav û her dem ne lê ne. Li gelek welatên cîhanê, şerên ku qedera cîhanê guhertine û bûyîn sedemê mirina bi milyonan mirovî jî ji aliyê komên gelan ve hatine erêkirin. Wek mînak, desthilatiya Naziyan ya li Elmanya ji aliyê gelê Elman ve hat qebûlkirin, lewre gel ji bo serketinên pirr mezin hatibû îqnakirin, gava gel bi awayekî hat manîpûlekirin êdî rê li ber nêt û armancên desthilatan jî vedibe.
Wekî din li gelek welatên ku şerên hundirîn an jî derveyî lê qewimiye di encamê de gelan biryara şerî dane an jî dengê xwe ji bo pêvajoyên aştiyê bi kar neanîne. Nimûneyeke din jî Îrlanda ye, li Îrlandayê jî ev pirsgirêk gelekî zehmetî ji bo rêxistina ÎRA û hikûmeta Brîtanî çêkiribû. Îrlandiyên protestan û katolîk li gel ku ji heman neteweyî ne, hîna jî bi daxwaz û hezkirin li gel hev najîn. Lê hikûmeta ku di şer de ti feyde nedidît giraniya xwe danî û pelika aştiyê mor kir.
Li Kolombiyayê, 52 salan şerên pirr dijwar qewimîne, hemû rê û rêbazên kontrayî yên li dijî gerîla hatine bikaranîn û encam negirtine, bi qasî 250 hezar mirovî jiyana xwe ji dest daye, bi milyonan koçber bûne, yên seqet û birîndar jî bê hejmar in…
Çawa hikûmet dibêje aştî û di encama referandûmeke demokratîk de pirraniya gel li dijî aştiyê dengê xwe bi kar tîne?
Têkoşîna aştiyê demdirêj e
Helbet gelek sedemên wê yên pirralî hene lê ya herî girîng ev e ku gava tu di serdema şer de serî li her cûre rêbazên dijmirovî bidî û ji bo serketinê her rê ji te re rewa be, piştî demekê tu bixwazî jî nema dikarî li rastiyê vegerî. Gel û girseya perwerdekirî êdî nema guhdariya te jî dike. Te bi salan ji gerîla re gotiye terorîst û her cûre nasnavên xerab, nav û nîçik lê kirine, îro tu dibêjî, şervan, gerîla an jî partîzan; rast e tu dizanî lê ji bo îqnakirina gelê te dem divê. Divê pêşî tu li derewên xwe mikur werî. Nexwe karê te pirr zehmet e. Li aliyê din, şer dibe, aştî dibe, misoger e ku mirovahî pêdivî bi exlaq heye, bê exlaqî û derew her li xwediyên xwe vedigerin. Mixabin Kolombiya ne tenê, di dîroka mirovahiyê de bi sedan nimûne hene ku di encamê de bi aştiyê bi encam bûne, lê hind kes û dewletên kerikmêjî hê jî li ser a xwe ne, heta serê wan jî li kevirê hedê bikeve, dê bêjin; hayho! Ev yê mirî ez im!? Li aliyê din divê mirov kes û derdorên ku ji lehiya xwînê sûdê werdigirin jî ji bîr nekin, li her devera ku şerên demdirêj lê qewîmîne, axa û karsazên xwînê jî derdikevin holê. Ev beşên ku xwîna mirovan dimijin jî zû bi zû dest ji sermayeyên xwe nakêşin. Xuya ye ku hikûmeta Kolombiyayê pêdivî bi têkoşîneke demdirêjî heye…
YEKO ARDIL
BERLIN
Referandûmê peymana dîrokî red kir
Li Kolombiyayê di referandûma li ser peymana aştiyê ya di navbera hikûmet û gerilayên FARC´ê de, peymana aştiyê hat redkirin.
Peymana aştiyê hefteya bihurî ji aliyê Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Sasntos û lîderê FARC’ê Tîmoleon Jîmenez ve hatibû îmzekirin. Ev peyman pêr bi referandûmê kete ber dengdana giştî. Li gorî encamên vê referandûmê, ji sedî 50,24 ê hilbijêran peymana aştiyê qebûl nekir.
Encamên referandûmê her du alî xistin nava şoqê. Li ser rê û rêbazên ji niha û pê ve, hê jî ti daxuyanî nehatiye dayîn, lê belê FARC´ê da zanîn ku ew ê girêdayî peymanê bimîne.
Serokdewletê Kolombiyayê Santos di daxuyaniya xwe ya beriya referandûmê de dabû xuyakirin, ku ji bo qedandina şer planeke wan a B´yê nîne.
NAVENDA NÛÇEYAN