Kolomnist (kunciknivs) nebêjin û derbaz nebin, ew di avakirina bîr û baweriya gel de, di guhertina rojevan de, di belovajîkirina rastiyan de roleke sereke dilîzin. Ji wê jî hemû serkarî dixebitin ku berê mejiyê kolomnîstan bi xwe ve girêde, yan jî bi kêmasî wî bigire binê bandor û nîrê xwe. Li hin welatên wekî Tirkiyê jî, jixwe li tu demê derfetên pêşketina kolomnistên serbixwe nehatiye afirandin.
Roja ku rojnamegerî di ava Tirkan de pêşketiye, ta vê roja me, ew tim di bin perê dewleta nijatperest û xwînxwer de xebitîne û di xizmeta wan de bûne. Ji wê jî, bi giranî qelemên şerê psîkolojîk in.
Dema li Kurdistanê bi dehan Kurd tên kuştin, hetanê ku olana wê kujêriyê negihîje cihanê, ew naxwazin wê bibînin û li ser binivisînin. Gava di divêtiye li ser mijareyeke wiha nivisandinê de jî dimînin, ji bo dewlet û xwînxwariya serkarên xwe ji bin wê tewanê rizgarbikin, hezar teqleyî davêjin. Wekî mînak: Hima bigire tu kolomnîstên Tirk li ser pazdeh giyanpakên jin yên li devera Betlîsê bi bêbextî hatibû qetikirin nekir. Eger Roj TV û medya Kurd kujêriya Roboskîyê negihanda raya cihanê ya giştî, dê wanê serê wê bûyarê jî bigirtana. Lema ji bo ji bîrkirin, poşandin û bêdengkirinê bi hemû dek û dolaban ketine nava tevgerê.
Dema zebaniyên Erdogan- Fetullahî di ser şaredariyên Wanê de girtin, li gel şaredaran, bi dehan kesên hilbijartî avitin zîndanê, Wezîrê wan ê karê hundir yê faşîst, bê li ser prosedûra dadgehê raweste, şaredarê Wanê birêz Bekîr Kaya ji erk girt jî, tu kesî nebîhîst, çawa ku tiştekî gelek normal be! Bi wê jî neman di girtîgeha Ruhayê de girtiyên bê mafeke mirovî xistibûn zînadan jî li ber çavên cihanê şewitandin. Lê kolomnîstan ew jî nedîtin.
Li Edenê dadgeha wan a heştan ku bi erkên taybet e. bi boneya bangaşiya rêxistinê kiriye, heşt sal caza dan Mehmet Tahîr Ilhan ê  ker û lal, lê ev ne ji bo rojnameyên wan dibe nûçe, ne jî kolomnîstekê/î vê tîne rojevê.
Mirov kîjan mijarê vedike, bike, dibîne ku tevahiya wan kolomnîstan talîmata serkarên xwe tîp bi tîp pêktînin, lema di warê wendahiyên xwe veşartinê, wendahiyên aliyê Kurd pirr zêde nîşandayînê de çi ji destên wan tê, dikin û tu car xwe bi şûn ve nadin. Hîç pêdivî bi lêkolînên serbixwe nabînin. Mirov belgeyan jî dayne ber wan, ew tenê li gor destûra artêşê û serkariya xwe ya siyasî dinivisînin. Tu car rayedarên xwe yên faşîst vala dernaxin. Wek mînak. Ev şerê li Oramarê.
Şev û rojekê şer li çar pênc cihan dikudîne. Ew tenê kuştiyên li yek pindekî ku ji aliyê artêşê ve hatibû dayîn, didin. Ê li wan çar nuxteyên ku şer lê çêbûbû û ew helîkoperên ketî, çi bûn? Yan yên hatin kuştin tenê soldner (eskerên bi peryan) in? Belê, rastî tiştek din e. Li gor agahiyên HPG û çavkaniyên heremî dane, ji sedî zêdetir leşkerê wan mirine û çardeh gerîla jî jiyana xwe ji dest dane. Lê qaşo kolomnîstên wan ê herî bi namûs û bi nav û deng Ahmet Altan wekî berdevkê artêşê di gotara xwe ya bi serenavê „Kêşe û Çareserî“ yê de wiha dinivîse: „…24 saet li pey weşana hevpeyvîna ku gotibû; em êrişên baregehan nakin, PKKê di ser baregeha leşgerî de girt, heşt leşker û bist û şeş mîlîtan wenda kir.“ Ango artêşa Tirk çi agahî daye wan, wî bê lêkolîn û agahiyên rast, ew nivisiye. Duristiya rojnamewanê wanê herî bi namûs ev e!
Mirov dema di nava înternetê de rûpelên garana kolomnîstên wan werdigerîne û li wan dinêre, du beşan dibîne. Beşek; rasterast êriş dikin û bi dijûnan di ser me de tên, ev awa kolomnîst ne talûke ne, ji ber ku mirov dizane ku ew dijmin in. Beşekî jî qaşo bi awayekî bêlayan û demoqratîk tevdigerin. Lê di rastiyê de di binê çend gotinên bi dilê hin Kurdan xweş tê dinivisînin de êriş dikin. Di bin wan rêzan de jî ya Kurdan tehdît dikin, yan jî vîna gelê me biçûk dixin. Yên herî talûke ev in. Em dîsa mînakek ji Ahmet Altan bigirin: „Ma li Oramarê (ew Daglica dibêje) ji bo gelê Kurd tiştekî baş derket? Ji Bo PKKê tiştekî baş çêbû?....“
Niha ew di çarçoveya serkariya dagirker de li mijarê dinêrin, serkariya wan e. Gelo mirov ji wan Kurdên ku di nava vê çarçoveya mejîyê dagirker de li mijarê dinêre re çi bibêje? Li kîjan welatê cihanê rewşenbîrên mêtîngehan wekî rojnamewanên dagirkeran li tekoşîna gelê xwe dinêrin? Bêguman bê welatê me li tu welatî, qaşo rewşenbîrên bi navikê ve bi dagirkeran ve girêdayîne, tune. Li tu welatî xwendayên gelê bindest şerê psîkolojîk ê qirêj yê dagirkeran bi dil bi rê ve nabe. Ev tenê li ba me heye.
Kî çi dibêje, bila bibêje. Wê çalakiya Oramarê em bi weş nêzîkê çareseriyê kirine, dilê dayîkê şehîdan û bi giştî dilê gelê me şad kiriye. Ew hewa xeniqok ya ku dijmin wek mijeke ji êrişan avêtibû ser welatê me, belav kiriye. Dijmin xistiye tengasiyê. Morala dijmin bela vela ye. Ji ber vê egerê jî ziravika serokerkanê wan qetyaye û ji ber vê tirsê jî sê şert danîne. Yek gotiye ku Amerîka destûr û piştgiriyê bide, du; gelê Tirk hêjmareke pirr zêde kuştiyan bipejirîne û serkarî destûra çekên kîmyevî bide me û me dernexe dadgehan. Emê hê bikanin têkevin Qandîlê. Ev jî bi zelalî nîşanê cihanê dide ku em Kurd êdî hêzeke nayê tewandinê ne. Ev îmaja hêza me jî, çareseriyeke navnetewî tîne. Herbijî hêzên HPG! Hûn roniya her du çavên min in!