Di merasîma pêk hat de fermandara Biryargeha HPG’ê û di heman demê de fermandara Biryargeha YJA Starê Delal Amed, ji Fermandarê HPG’ê Amed Malzgîr, Gulîstan Gelhat û Welat Gever amade bûn. Delal Amed di merasîmê de axivî û wiha got: “Ji bo pêngava pêşvekirina jiyaneke azad û rizgariya demokratîk bi ser vikeve, bi tevlibûna ruhekî fedayî, koma me hemû astengî li pey xwe hiştine û gihiştine Herêma Parastina Medya. Em baweriyên hêzên me yên HPG û YJA Star vê hestiyariyê nîşan bidin û pevajoya Rêber Apo daye destpêkirin bi encam bikin.” Em dibêjin ku ev pêvajoya ku Rêber Apo daye despêkirin dê bi fedekariya hevalên me bigihêje serkeftinê.” Fermandarê Komê Egîd Ziryan jî wiha got “Li ser banga Serokatiya me û tevgera me meşa hêzên gerîlayên me ji bakûrê Kurdistanê ber bi Herêma Parastina Medya dest pêkirin. Em jî wek komên beriya me rastî astengiyan hatin. Hinek şert û mercên xwezayî yên wekê bilindbûna avê, tevgera leşkerî, şopandin, balafirên keşfê û faliyetên yekineyên kontra bûn.”
ANF/BEHDÎNAN