Nobeda ‘Ji Ocalan re Azadî’, ku ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, ji duh ve ji aliyê 4 kesên endamê Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) ve tê girtin. Li ser navê koma FEDA’yê daxuyaniyek hat dayîn û hat destnîşankirin, ku ew bi şiyara ‘cihgirtina li cem mezlûman’ tevlî nobedê bûne.  Di daxuyaniyê de bang li Elewiyan û hemû bindestan kir, ku li dijî zilma Mûaviyeyan têkoşîna hevpar bimeşînin û hat destnîşankirin, ku weke FEDA ew ê çalakiyên xwe yên bi vî rengî bidomînin. Herî dawî, komek ji Elmanyayê dewr girtibû ku di nav de Xalê Ekrem bavê yek ji kadroyên destpêkê yên PKK’ê Hamza Yavûz ê di sala 2000’î de li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, hebû.

Ji Ciwanên Azad piştgirî 

Gelek ciwanên ku endamên Ciwanên Azad a Strasboûgê, îro piştî saetên danê nîvroyê li qada çalakiya bi daxwaza azadiya Ocalan didome, bûn.

Ciwana bal kişand ser giringiya azadiya Ocalan a ji bo ciwanan û tim dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qîr kirin.

Endamên Ciwanên Azad li qada çalakiyê li gel sirûdên hate xwendin govend gerandin, serkeftin ji koma Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) ên ku çalakiya vê hefteyê didomîn re xwest. 


ANF/STRASBOÛRG