Koma Helbestê ya Amedê ku ji du hefteyan carekê kom dibe û bernameyên wêjeyê li dar dixe, vê hefteyê bernameya ji bo Cejna Newrozê veqetand. Di bernameyê de behsa dîroka Cejna Newrozê û di wêjeyê de Newroz hate kirin. Piştre endamên Koma Helbestê ya Amedê helbestên derbarê Cejna Newrozê de hatibû nivîsandin, xwendin.

Di bernameyê de di destpêkê de Roza Metîna behsa mijara di wêjeya Kurdî de Newrozê kir. Piştre Sultan Yaray, Mehmet Sait Arzû û Ronahî Çelik behsa dîroka Newrozê kir. Piştre endamên Koma Helbestê ya Amedê helbestên derbarê Cejna Newrozê, xwendin.

Di wêjeya Kurdî de Newroz

Roza Metîna diyar kir ku beriya bi hezar salan, Helbestkarê Kurd Baba Tahirê Uryan di nava helbestên xwe de behsa Newrozê kiriye, û kêf û gihaştina yarê wekî kêf û şahiya Newrozê diyar kiriye û wiha dewam kir: “Melayê Cizîrî jî di dîwana xwe de navê Newrozê bi kar tîne Newrozê wekî sersala Kurdan pênase dike. Ehmedê Xanî jî di destana Mem û Zîn de behsa Newrozê dike û lehengên destanê Mem û Zîn di Newrozê de dibin evîndarên hevdu. Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj û gelek helbestkarên din jî di helbestên xwe de behsa Newrozê kirine.”

Herî dawî endamên komê  Şeref Akgul û Nurcan Denli helbestên derbarê Newrozê de xwendin. Endamên din jî hin helbestên derbarê Newrozê de xwendin.

 

JINNEWS / AMED