Koma ji Stûttgartê vê hefteyê nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ya li ber avahiya Konseya Ewropayê dewr girt.  Koma ji bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, nobeda ku ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve tê girtin, didomîne. Emîne Orak, Şiyar Îbrahîm û Adil Kobanê roja Yekşemê nobed ji endamên Tevgera Jinan a Skandînavyayê dewr girtin.

Endamên komê der barê çalakiyê de daxuyaniyek dan û ragihandin, ku gelê Kurd êdî nikare xwe li dîlgirtina Ocalan bigire. Endamên komê bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) kirin, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bi lezgînî bikevin nava tevgerê.

Endamên komê her roj saet di 08:00 de dest bi çalakiyê dikin û heta êvarê nobedê digirin. Di dema çalakiya xwe de belavokan li ser nêrîn û têkoşîna Ocalan belav dikin. 


 STRASBOURG