Kom di repertuara xwe ya pirzimanî zimanêk din jî zêde dike. Koma sala borî stranên xwe bi zazakî stra, di albuma xwe ya îsal de dê derdikevê de bi zimanê tirkî, ermenî û bi zaravayên kurdî yên kurmancî, goranî û soranî stran. Koma bi 7 kesan pêk te bi temênê biçuk heta îro xebatên xwe li Navenda Çand û Huner a Dîcle-Firatê di meşînê. Kom serî da bi navê 'Kulîlkên Me' derketinê rê piştre navê koma xwe kirin 'Koma Nujiyan'.

'Bi mûzîkê mezin bûn'

Endamê komê Azad Kizilkar di derheqê xebatên xwe yên album û xebatên de agahî da. Kizilkar, diyar kir ku dema tevlî xebatên komê bû ew 10 deh salî bû wiha axivî: "Ji zaroktiya xwe heta niha meyla min li ser mûzîkê ye. Dema ku min bîhist dê li ser çanda û hunera kurdan lêkolîn bê kirin hatim û min qeyda xwe çêkir.  Mamosteyê me digot divê hûn hunera xwe bînin ba hev û digotin xebata kolektîf dê baştir encamê bigire. Me jî ev yek dixwest û koma me wiha ava bû."

DÎHA/AMED