Ji şanonameyên klasîk ên cîhanê heta bi şanonameyên bi xwe dinivîsin, lîstîkên cûr bi cûr dilîzin. Wekî mînak kom bi xwe lîstîka “Mala Xweser” nivisî û lîst. 

Bi endamên komê re bi riya nameyan hevpeyvînek hat çêkirin. Pirsên bi riya nameyê çûyî, endamên komê Besê Ozer, Meral Kurum, Zeynep Taşgir, Berfîn Soyler, Netîce Kalkan, Xebat Didêrî, Rojvan Erdem bersivandin.


We lîstika Mala Xweser amade kir, naveroka lîstikê çi bû?

Besê Ozer: Me di 2013’an de dest bi şanoyê kir û em hevalên ciwan û tecrubeya wan tine re di odeyekê de bûn. Me du caran lîstika şanoyê amade kir. Me ji 8 odeyên din re jî ji hevalan re pêşkêş kir. Ev lîstinên Molîer ‘Cimrî’ û ‘Kîbarlik Budalasi’ bû. Derfetên me wê demê kêm bûn. Me cil û bergên xwe bi xwe çê dikir. Me makyaja xwe bi xwe çêdkir. Me bi kompîtura îdareyê muzîk bar kir û prova kir. Ligel vê lîstik xweş bû. Me gelek ji şanoyê hez kir. Me ji 5 odeyên cuda bi 10 hevalan koma nû ava kir.

Meral Kurum: Li der li aliyekî şer heye, li aliyê din xebatên çandî didomin. Me jî got em tiştekî wisa bikin. Min wek dayikekê pêvajo ji kurahî jiya. Dayikên li der berxwe didin. Yanî di esasê de yên li der berxwe didin ev lîstik bi me dan nivîsin.


‘Ne tenê peyam, têkoşîn e’

Zeynep Taşgir: Şanoyê kelecan dida min. Yanî di şanoyê de min tenê peyam nedida. Min bi xwe re têdikoşiya. Ez di hewldana derbaskirina sînorên xwe de bûm. Ji ber vê min her tim hewcedarî bi pêşxistina xwe dît. Dema diketim karekterên cuda vê heyecanek mezin dida min.


Hun hevalên her roj li gel hev di lîstikekê de lîstin, ev yek encameke çawa derxisti holê?

Berfîn Soyler:Em bi cil û bergan, makyajê wisa ketin rola xwe ku, carna me nedizanî kîjan heval çi rolî dilîze. Hemû heval bi mereq in. Piştî lîstikê me reaksîyonên gelek baş girtin. 


Netîce Kalkan: Hem li ser sahneyê û li pişt perdeyê huner û hunermend li dijî pergalê têdikoşin. Li vê zindanê ne li piştperdeyê me li ser sahneyê xwe nîşan da.

Zeynep Taşgîr: Li ser sahneyê heta dor hate min dilê min nemabû derkeve. Wek evîndariyê ye. Dema derketim min got belkî li asîmana me.


Anekdotên balkêş hûn dikarin bi me re parve bikin? Şert û mercên xebata we çi ne?

Berfîn Soyler:Mînak hevala Meral ji nobedariya xendekê hatibû û gelek westandibû, goreya wê qetiya bû. Ev gelek rastîn bû, heta di provayan de bi wan goreyan lîst. Hevalekî got ‘Heval te dîsa goreya xwe nedirûtiye?’ em hemû keniyan. Ez jî li sahneyê ketibûm. Hemû alavên sahneyê belav bibûn. Lê hevalan gotibû belkî parçyeke lîstikê ye. 


Xebat Didêrî:Li gorî rola min divê ez bireqisiyama. Min got ez nekarim bireqisim. Heval Besê got: “Divê tu bikî”. Lê di provaya dawî de heval Besê pes kir. Min û hevalek din rola xwe guhert.


Rojvan Erdem: Me din av bêderfetiyê de şoreşek kir. Binêrin em roportajê jî di nav bêderfetiyê de dikin.



GONUL ERDOGAN/ZERYA SARAÇ/JiNHA/KOCAELÎ