
SADIYE ESER / MA / STENBOL
Albuma Koma Zelal a bi navê “Gurgum” ji Kom û Mîr muzîkê derket. Koma Zelal got, ew difikirin albumê siberojê bi zaravayê Kirmanckî û Soranî jî berheman çêkin.
Tahîr Kozludere (Daro Welat), Tayfur Kozludere (Reşo Zelal), Veysel Çidik, Şêxo Bezgîngol û Mehmet Çoruk sala 2001’ê li Narliya navçeya Bazarcik a ser bi Gurgumê, bi navê Koma Zelal, komeke muzîkê ava kirin. Koma Zelal albuma xwe ya profesyonel 2011’an bi navê “Mara Yare” derxist. Komê 2013’an jî albuma bi navê “Yona/Xum Xum” derxist. Koma Zelal bi strana “Li Qamişlo” ji aliyê muzîkhezan ve hat nasîn û kom bi vê stranê di nav civakê de hat nasîn. Albuma herî dawî jî bi navê “Gurgum” ji aliyê Mîr û Kom mûzîkê ve hat amadekirin û weşandin.
Ji bo handana meraqê navê Gurgum
Endamê Koma Zelal Reşo Zelal behsa wê yekê kir ka çima navê “Gurgum” li albuma xwe kirine kirine û got: “Gurgum navê Mereşê yê bi Kurdî ye. Di heman demê de wexta Sumeran jî navê Gurgumê li wê herêmê hatiye kirin. Me xwest navê Gurgumê nûjen bikin û bi civakê bêhtir bidin nasîn. Ji ber ku berhemên di albumê de jî hemû yên herêma Gurgumê ne, me xwest em navê albumê bikin Gurgum. Me xwest em bi navê Gurgumê mirovan bixin nav meraqê û navê Gurgumê lêkolîn bikin.”
Zelal destnîşan kir ku ew bi strana navê “Li Maraşê” jî dixwazin behsa Komkujiya Mereşê bikin û wiha dewam kir: “Her wiha me xwest em êrîş û şertên mercên civaka Elewî ya Kurd ên li Mereşê tê de, bînin bîra mirovan û li ber çavan raxin. Belesebep rastî vê komkujiyê hatin. Divê gel jî bi vê baş zanibe. Hêj polîtîkayên tinekirinê li dijî gelê herêma Gurgumê didomin. Hêj zemîna li vê herêmê êrîşî gel bikin, tê çêkirin. Dixwazin di vê serdemê de jî bi çîmento û fabrîkayên fuzeyên Elman, civaka Elewî û Kurd bi komkujiyên nû re rûbirû bikin. Ew herêm ji ber ku herêmeke krîtîk e naxwazin civaka Kurd û Elewî li wir bijî. Me jî xwest bi vê albumê, em behsa Mereş û herêma Gurgumê bikin.”
Ermenî û Dersimiyên albumê
Zelal da zanîn ku di albumê de gotinên strana “De lê lê” jî gotinên Ermeniyên herêma Gurgumê ne û bi vê stranê behsa koçberiyê dikin. Zelal got, di albumê de bi srana “Tu şîrîn î” jî cih dane Dersimiyên li herêma Gurgumê. Zelal anî ziman ku xebatên wan ên albumeke din a nû hene û ew dixwazin ku bi hemû zaravayên Kurdistanê stranan bibêjin.