Kovara Nûbiharê ku ji sala 1992’yan heta niha bi Kurdî li ser çand, hûner û wêjeyê weşanê dike, li salona Resepsiyona Sumerparkê bi şevekî mezin avakirina komemeya xwe îlan kir. Gelek endam û nûnerên saziyên sivîl ên civakî û nûnerên saziyên weşanxaneyan tevlî resepsiyonê bûn. Serokê Giştiya Komaleyê parêzer Rauf Çîçek di resepsiyonê de axavî û da zanîn ku ew bi vê komaleyê dê berpirsyariya xwe ya li hemberî civakê pêk bînin. Çîçek, da zanîn ku deriyê Komaleya Nûbiharê ji her sazî, kes û komaleyan re vekiriye û dê atolyeyên li ser ziman, çand û wêjeyê vekin û xebatê bidin.
Piştî Çîçek, Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr jî da zanîn ku 19 sal berê li ser axa Kurdan zivistaneke zor û zehmet hebû û kovara Nûbiharê jî wê demê weke biharekê germahiya xwe da ser gelê Kurd. Baydemîr, bilêv kir ku berê medrese hebûn lê ev medrese hatine girtin û wiha got :“ Bi girtina medreseyan mêjiyên me kîlît kirin. Em ê bi yekîtî û bi perwerdeyên hûnerê vê kîlîdê bişkînin.“

Piştî axaftina Baydemîr, Serokê Giştiya HAK-PAR’ê Bayram Bozyel jî axivî û destnîşan kir ku Nûbihar, li baxçe Kurdistanê weke gûlekê ye û dema ku kovar buye komale êdi dê weke medreseyêkî perwerde bide. Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan jî axaftineke kir û wiha got, „Kovara Nûbihar di dema di bin navê laîki û sekulerîyê de pêşketin dihate xwestin derket holê. Nûbihar di wê demê de bi rengê ol û zimanê Kurdî xwe afirand û em anîn vê rojê“ Tan Serokê Zehrayê Îzettîn Yildirim jî bi bîr anî û avakirina komaleyê pîroz kir.  Piştî axaftinan resepsiyon bi dawî bû.

ANF/AMED