Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê Kurd bi navê Sîrwan Nejawî bi darve kir û KODAR derbarê darvekirinê de daxuyanîyeke da û destnîşan kir wê ew darvekirin bê bersiv nêmîne. Birayê Sîrwan Nejawî, Hisên Nejawî ji Saziya Mafê Mirovan a Kurdistanê re ragihand ku rêveberiya girtîgeha Tewrêz doh piştî nîvro peywendî bi malbata Sîrwan re kiriye û bi fermî ragihandiye ku cezayê îdamê yê Sîrwan hatiye pêkanîn.
Hevalên wî piştrast kir
Hisên Nejawî birayê Sîrwan Nejawî di heman demê de bi Saziya Mafê Mirovan a Kurdistanê re daye diyar kirin ku berpirsê girtîgeha Tewrêzê gotine ku ji bo wergirtina cenazeyê Sîrwan serlêdana girtîgehê bikin.
Hat ragihandin ku hevalê Sîrwan yê di girtîgehê de ye doh danê sibehê bi rêya telefonê ragihandiye ku tiştên Sîrwan Nejrawî ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hatine derxistin û ji wan re hatiye gotin ku cezayê Sîrwan yê darvekirinê pêkhatiye.
Sîrwan Nejrawî di 12’ê Tîrmeha sala 2011’an de bi îdiaya endamê PJAK’ê ye ligel Îbrahîm Îsapûr hat girtin û piştî salekê ji aliyê Dadgeha Mahabatê ve cezayê îdamê lê hat bîrin.
Siyaseta înkar û tinekirinê didome
Hevserokatiya Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) darvekirina Sîrwan Nejawî şermezar kir û ragihand ku komara Îslamî li şûna rêbazên demokratîk siyasetên xwe yê înkarê li ser hêzên demokratîk dide ferzkirin û hat diyarkirin ku ew ê di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin.
KODAR bi daxuyaniyekî li ser malpera xwe ya fermî darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Sîrwan Nejawî li zindana Tebrîzê şermezar kir û got: “Komara îslamî li şûna rêbazên demokratîk siyasetên xwe yên bi kirîz li ser gelan, bi taybet piştî lihevkirina nûklerî berdewam dike. Her wiha zexta li ser hêzên demokratîk ên hundir zêdetir dike û lez daye poltîkayên înkarê. Zindanan her tim bûye eniya berxwedaniya gelê Kurd li hemberî siyaseta înkar û îmhayê ya komara îslamî û rolek bi bandor di serkeftina gelê Kurd de cihê xwe girtiye.”
Daxuyaniya KODAR’ê bi vî rengî dewam kir:“ Destkeftiyên gelê Kurd û tekoşîna wê bêdengî têk biriye û çanda berxwedaniyê pêş xistiye. Îro zindan bûne eniya berxwedaniya gelê Kurd li hember siyasetên înkar û îmhayê yên Komara Îslamî û rolek ber bi çav di serkeftina gelê me de hebûye. Berxwedaniya li zindanan mohra xwe li tekoşîna gelê me li Rojhilatê Kurdistanê daye. Her wiha vê berxwedaniyê hewldanên rejîma Îranê ji bo dûrxistina gelê me ji xwestekên xwe yên demokratîk têk biriye.”
Bêçaremayîna rejîma Îranê
Di peyama KODAR’ê de hate destnîşan kirin ku berxwedana li dij rejîma zordest wê bidome û wiha hate gotin: “Darvekirina Sîrwan Nejawî bêçarebûna Îranê li hemberî berxwêderiya wî ye û ji bo vê yekê serî li rêbazên darvekirinê dide. Berxwedana şehîd Sîrwan heta kêliya dawî ya jiyanê careke din nîşan dide ku darvekirin û zext ti caran kesên azadîxwaz ji rêya tekoşînê venagerîne. Çawa ku bi darvekirina Ferzad û Şîrînan nekarîn tekoşîna azadiyê ya gelê me lawaz bikin bi darvekirina şehîd Sîrwan jî wê bi sedan ciwan di rêya tekoşînê de bimeşin.”
Banga ji bo raya giştî
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Hevdengî û hevdiliya gelê me li Rojhilat û seranserî Îranê dibe sedem ku em dengê xwe hîn bilindtir bigihînin guhê hemû cîhanê. Ji bo wê jî em daxwaz ji gelê xwe dikin ji bo bidawîbûna siyasetên hovane yên Komara Îslamî asta tekoşîna xwe bilind bikin û xwedî li şehîdan derbikevin.
Em wek Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR)’ê ji malbata Şehîd Sîrwan Nejawî û gelê Rojhilat re sersaxiyê dixwazin û dibêjin ku emê xwedî li xwîna şehîdan derbikevin. Di çarçoveya parastina rewa de emê bersivê bidin vê cinayeta komara îslamî.”
ROJNEWS/SINE