Temenê desthilatdariya AKPê 11 sal in, lê biqasî 70 sal temenê Komarê, komkujî, çekên kimyewî, operasyonên eskerî û siyasî, kuştinên kontrayî pêkanîne. Bêhtir ji şerê Afganîstan, Iraq, Libya û Suriye bombe bi ser xaka Kurdistanê de barandine.
Di temenê Komarê de, yekemîn car di dema desthilatdariya AKPê de li derveyî welat komkujî pêk hatine. “33 Ber”, bûyera Mustafa Muglali jî di nav de, menendê komkujiyên li Parîs û Roboskê di dîroka Komarê de nînin.
Komara, ku nexşeya wê bi mêjiyê “sêva sor” hatiye xêz kirin, huquqê xwe jî li gorî heman îdeolojiyê ava kiriye. Hiquqê Tirkiyê, li gorî “hêza şûr” hatiye ava kirin: dem tê dibin fermana otorîteya darbeyên eskerî de, serokwezîr û wezîran dardedike. Dem tê, dibin desthilatdariya îdeolojiya spî de, sêdarên dardekirinê rêz dike; dem tê dibin îdeolojiya kesk de, li hundir û derve komkujiyan dike.
Ev tê wateya ku di organîzma dewleta Tirkiyê de guhertin çênabin. Lewma dîroka Komara Tirkiyê, bi mêjiyê bê-beden kar dike. Dema ku mêjî bê-beden be, tenê bi xera kirina sosyolojiyê mijul dibe, eger pêk ne hat tune dike. Bi vî rengî dixwaze bedeneke xwê çêbike.
Biryara dawî ya Dozgeriya Eskerî, ku derbarê Komkujiya Roboskê de daye mînaka vê ye.
Li gorî huquqê gerdûnî, Komkujiya Roboskê sucê navneteweyî ye. Dema ku kiryarek li derî hiquq be, ji çarçoveya qanunî derdikevê, weke sucê mirovahiyê tê qebûl kirin. Bi vê pêwanê muxatabê yekemîn dewleta Iraqê ye, Herêma Federal a Kurdistanê ye, Neteweyên Yekbûyî ye û Yekîtiya Ewropa ye.
Pêwist bû, di roja pêşî de desthilatdariya Baxdayê û desthilatdariya Herêma Federal a Kurdistanê, serî li dadgehên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dabane û giliyê Tirkiyê kiribane.
Pêwist bû, di roja pêşî de Neteweyên Yekbûyî dest danîbane ser Komkujiya Roboskê û dadgehên navneteweyî, saziyên têkildarî mijarê kiribane nava haraketê. Pêwist bû, di roja pêşî de Yekîtiya Ewropa, ji sedema endametiya Tirkiyê ya nava malbata Ewropa, Komkujiya Roboskê weke sucê mirovahiyê dîtibane û li dijî dewlet û desthilatdariya Tirkiyê ketibane nava haraketê.
Gelo saziyên mafên mirovan, saziyên lêpirsîna sucên mirovahiyê û dadgehên navneteweyî; armanca damezrandin û hebûna saziya herî bilind ya cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, (Yekîtiya Dewletên Cîhanê), ne ji bo parastina gelan e, ne ji bo edaleta cîhanê ye, ne ji bo aştî û demokrasiya cîhanê ye? Eger ne wisa be, ji bo çareseriya pirsgirêka Suriye, gelo çima Sekreterê giştî yê NY, dikevê nava hewldanan? Gelo armancên ku bi nirx û pîroziyên mirovahiyê hatine neqiş kirin, ji bo berjewendiyên hêzên global maskê ne?
Berpirsiyarên Komkujiya Roboskê eşkere bûne. Sedem jî, “eger yek PKKyî jî di nava wan de hebe bikujin e”. Ev gotin didine xuya kirin ku, serokwezîr jî, serfermandarê artêşa tirk jî dizanin ku koma hatiye keşif kirin sivîl in. Xala duyemîn û balkêş ew e ku, komara komkujiyan, bi behaneya PKKê, 40 sal in komkujiyan dike, çekên kimyewî bikar tîne. Kurdan navê serfermandarê artêşa Tirk, belaş û vala ne kiriye Nejdet Ozelê kîmyewî. Xala sêyemîn, saziyên navneteweyî yên têkildarî çekên kimyewî, li Ewropa îspat kirine ku dewleta Tirk li dijî gerilayên kurd çekên kimyewî bikar tîne.
Gelo bikaranîna komkujiyan, bikaranîna çekên kimyewî ne sucên mriovahiyê ne? Ji bo sucên mirovahiyê, Yekîtiya Ewropa û hêzên global, kesên mîna qesabê Sirpê Radko Mladîç û general Hirwatî Antê Gotovina, derdixine pêşberî dadgeha. Gelo, çima, saziyên ku edaletê li cîhanê bela dikin, di komkujî û kiryarên sucê mirovahiyê, ku li dijî gelê kurd têne kirin ji nedîtî ve tên û gunehkaran dadgeh nakin?
Di ser Komkujiya Parîsê re salek derbas bû. Hîna jî dewleta Fransa û desthilatdariya karkeran, ku bi îdîa demokrasî, edalet û wekheviyê hatiye ser kar, gavek ne avêtiye. Tevahiya hewldanên dewleta Fransa ew e ku, komkujiyê di kesayetiya yek kesê kontra û ajan de bifetisîne. Fransa jî, entelektueliya Fransa jî li hemberî vê bêbextî û bextreşiya mezin bêdeng e. Gelo çima? Êdî bila gelê Fransa xwe weke mîratzadeyê şoreşê nebînin, entelektuelên Fransa jî, xwe mîratezadeyên Satre nebînin.
Hêviyên paşerojan, dîse dimîne gelê kurd, dimîne Haraketa Azadiya Kurd, dimîne medya kurd, dimîne rewşenbîrî û siyasetmedarên kurd. Eger kurd dixwazin xwe di dîrokê de bibînin, pêwiste realîteya neteweyî bibînin, di vê realîtê de, yekîtiya xwe saz bikin. Eger nekin, pêşî Başûr, piştre Bakur, Rojhilat û Rojava jî, wê li derî xîşka dîrokê bimînin. Aheng û nîzama koletiya sedsalî wê berdewam bike.
Bınêrin, teşkîlata Fetullah Gulen, li Başûrê Kurdistanê rewşeke metirsînî derxistiye holê û paşerojên gelê Başûr kiriye bi îpotekê; bi çeteyên paramilîter li Rojava rewşeke derî îsanî tê meşandin; li Rojhilat bi sêdarên darvekirinê dixwazin vê yekê pêkbînin; bi komkujiyên li Bakurê Kurdistanê jî, tê xwestin, aheng û nîzama koletiyê careke din werê rûnandin.
Çiqasî cografya Kurdistanê hatibe parçe kirin jî, satuyek defacto li Başûrê Kurdistanê derketibe holê jî, kêştiya kurdan yek e, dema kêştî xewr bû, wê tevahiya kurdan binav bibin. Lewra pêdivî bi yekîtiya kurdan û têkoşîna dijwar ya li dijî Komara Komkujiyan heye.
Komara komkujiyan
Her komkujî di bedena civakan de birînan vedike. Dewleta Tirkiyê di vê mijarê de xwedî hunerekî canbazî ye. Her hêza dagirker xwedî taybetiyên kujerî ne. Dîrok jî hinekî vaka-î nivîsên kuştinê ye. Bi vî rengî têkiliya diyalektîka navbera mirov û dîrokê hatiye xera kirin.