Komara Kurdistanê ya Mahabadê, yan jî Komara Otonom a Kurd di 22’ê Çile ya sala 1946’an de li Rojhelatê Kurdistanê ji aliyê Serokê wê Qazî Mihemed ve hat ragihandin. Li pey wê jî jiyana kurdan a siyasî derbasî qonaxeke din bû. Beriya wê li dijî Îranê gelek serhildan ji hêla kurdan ve hatibûn despêkirin. Serhildana Kela Dim-Dim li Urmiyê, Serhildana Şêx Ubeydulahê Nehirî, Serhildana Simkoyê Şikakî û Serhildana Qedemxêra Lek Îlam û Loristanê ku tev jî bi armanca bidestxistina mafên netewî û siyasî bûn. Hemû serhildanên Kurdan bi awayê xapandinê yan jî di çaxê hevdîtinên siyasî de hatibûn têkbirin. Serokê rêxistinan dihatin kuştin û şoreş jî mina agirê bin xweliyê demekê dikete rewşa bêdengiyê.

Qazî Mihemed kî ye?

Bi avabûna komarê re cara yekê bû ku di serê hereketeke siyasî da mirovekî rewşenbîr bûbû serokê Kurdan. Navê wî Qazî Mihemed û ji malbata Qaziyê Mahabadê yên ku ji nêz ve dihatin naskirin bû. Qazî Mihemed di sala 1893’an de li Mahabadê hatiye dinê. Dersên olî li cem bavê xwe Qazî Elî xwendiye û gelek di bin bandora bîr û ramanên mamê xwe nemir Ebulhusên Sêyfê Qazî da bû. Ew dereca qazîtiyê jî ji destê qazîyên mezin standibû. Hemû kesên biyanî û nas ku ji bo yekemîn car çûne Mahabadê seredana Qazî Mihemed jî kirine. Ew gelek di bin bandora axaftin û kesayetiya wî ya bi karîzma de mane. Beriya ku ew bibe serokomarê Kurdistanê jî ji hêla gel ve wek “peşewa” dihate binavkirin.

Avakirina Komara Kurdistanê

Di 22’ê Çileya sala 1946’an de, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li meydana çarçira ya Mahabadê, Komara Kurdistanê ya Mehabadê yan jî Komara Otonom a Kurd ji aliyê Qazî Mihemed ve hate ragihandin. Bi zimanê fermî zimanê Kurdî, ala komarê hat diyar kirin û Sîrûda ‘Ey Reqîb’ bû sîrûda neteweyî. Jina Qazî Mihemed, Mîne Qazî Xanim di axaftineke xwe de wehe dibêje: ‘Ez wê rojê bi sed salan nagûherim’.

Al û sirûda Kurdan yên pêşî

Meydana Çarçira, piştî axaftina dîrokî ya Qazî Mihemed, ala Kurdistanê bi xwendina sirûda Ey Reqîb hate bilindkirin û bi coşek mezin ji bo axaftina Qazî numayîş hate kirin. Damezrandina Komara Kurdistanê, berhemê pêşkevtina fikra neteweyî ya gelê kurd û têkoşîna wan an dîrokî bû. Qazî Mihemed wekî Serokomar û Hecî Baba Şêx jî wekî Serokwezîr hatin hilbijartin. Piştî çend rojan wezîrên hikûmeta Komarê jî hatin eşkerakirin.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê hat sazkirin

14 wezîrên ku di komara Mahabadê de cih girtin, piştî demekê Destûra bingehîn a komarê zelal kirin. Komara Mahabadê, her çiqas heta demek kin berdewam kir jî di wê demê de, bû navenda siyaset û ronahiyê. Hikûmeta Komarê, her wiha rêxistinên aborî, civakî, edebî, hunerî û rêxistinên leşkerî jî saz kir. Rojname û kovar derketin sîstema rêveber a Komarê jî hat sazkirin. Ji bo sistema perwerdeyê zimanê kurdî bi fermî hate qebûlkirin.Di 14’ê Adarê de, Yekîtiya Jinên Kurdistanê hate sazkirin.

Hizrên netewî geş bûn

Destkeftiyên herî giring yê Komara Kurdistanê ew bû ku li pey têkçûna serhildana Simkoyê Şikak Kurdan xebata xwe ya siyasî derbasî pêvajoyeke nû kirin. Yanî di nava dilê sîstmeke saltanetî de komarek hatibû damezirandin. Hizrên netewî ji nûve bişkivîn û hêvîyên mezin hatin afirandin. Di warê ragehandin û rojnamegeriyê da serdema komara Kurdistan gehştirîn çax tê hesibandin ku pêre şaêrên millî Hêmin, Hejar, Heqîqî, nivîskarên weke Qizilcî û Zebîhî û hunermendên mîna Mihemed Mamlê di civaka Kurdan de rihek nû dan vê qada jiyana kurdan.
Jin û xizmeta ji bo jinê li cem serokomarê Kurdistanê ferzekî olî, netewî û exlaqî bû. Ji mala xwe destpêkir û Mîna Qazî razî kir ku bibe seroka yekîtiya jinên Kurdistanê. Komar xwedî manêfestoyeke Kurdistanî bû. Kurdên başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê li Mehabadê hatibûn cem hev û li dora Pêşewaziya Qazî kom bibûn.

Komar hat hilweşandin

Piştî îlankirina Komarê, Yekîtiya Sovyetê piştgirî dida Qazî Mihemed, paşve kişand û di 16’ê Mijdara sala 1946’an de, hêzên Artêşa Îranê Paytexta Azerbaycanê bi destxistin û ber bi Mehabadê ve meşiyan. Hêzên Rejîma Îranê, bi piştgiriya Brîtanya, di 17’ê Kanûna sala 1946’an de, Komara Kurdistanê ya li Mahabadê hat hilweşandin. Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sadrî Qazî, li meydana Çarçira ya ku lê Komara Kurdistanê hatibû îlankirin, di 31’ê Adara 1947’an de hatin darvekirin.


OMER ÎKE/DIHA