Rojnameya ser tevna înternetê bi bîr dixe ku di nava van dêran de dêra Meryem jî heye ku 1700 salî ye. Di meqaleyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî rêveberiyên Kurd tên bi bîr xistin û têkiliya di navbera çeteyên DAIŞ´ê û Erdogan de jî naye jibîrkirin. Nivîskar Michael van deer Galien wekî din dibêje, divê êdî hin kes ji Erdogan re bibêjin êdî bes e.
Li aliyê din rojnameya muhafezekar cih da gotinên Victoria Coates jî ku bi xwe şêwirmendê siyaseta derve yê bernamezetê Komarxwazan li DYE Ted Cruz e, dibêje, komarxwazên Emerîkî ji Erdogan û "Tirkiyeya wî ya nû" ya wî ragihandî, ne razî ne. Li gorî wê desteserkirina dêrên li Diyarbekirê parçeyek ji meyila berfireh a li Rojhilata Navîn e ku cemaetên destpêkê ên Xiristiyan ji cihûwarên wan dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN