Nûnerên KOMAW’ê wê roja 3’ê Hezîranê dosyayekê pêşkêşî navenda DCN a li bajarê Hollanda Den Haagê bikin û bixwazin, li hemberî Recep Tayyîp Erdogan, Ahmet Davûtoglû, Hûlûsî Akar û Efkan Ala lêpirsîn were destpêkirin. Di dema radestkirina dosyayê de wê malbatên winda û şehîdan jî li pêşiya DCN saet di 14:00 de çalakiyekê li dar bixin.

Di dosyaya KOMAW´ê ya ji bo DCN´ê de, mînakên li ser komkujiyên artêşa Tirk li Cizîrê tên dayîn û tê gotin, “Ev şer yekser ji aliyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye meşandin. Li dijî gelê me biryara şer da, ji bo dijwarkirina şer hemû amûr û gotinên nefretê bi kar anîn û fermana bombekirina bajaran da. Di heman demê de Serokwezîr Ahmet Davûtoglû û Serokê Fermandariya Giştî yê yekîneyên leşkerî bi rê ve bir, Hûlûsî Akar jî di asta destpêkê de berpirsyarên vî şerî ne.”


3’ê Hezîranê bi çalakiyekê teslîm dikin

Di dosya KOMAW’ê de hat gotin, “Em di wê baweriyê de ne, ku komkujî, zext û bûyerên qewimîn û diqewimin, li gorî xalên 7. û 8. ên Statuya Romayê, di nava kategoriya Sûcên li dijî Mirovahiyê û Sûcên Şer de cih digirin.” Çalakiya ji bo destekkirina heyeta dosyayê pêşkêş bike, wê li ber DCN a li navnîşana Oude Waalsdorperweg 10, 2597 AK Den Haagê, 3’ê Hezîranê saet di 14:00´an de pêk were. 


 DEN HAAG