Komcivîna Yekîtiya Jinên Ciwan a 1´ê bi dirûşmeya “Bi pêşengiya jinên ciwan em ê pergala Îmraliyê bişikînin û Efrînê rizgar bikin” li hola kampa Serdemê ya navçeya Ehdas a Şehbayê hat lidarxistin. Komxebat bi bşdariya hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û 200 jinên ciwan pêk hat. Hol bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven û rêhevalên wê hat xemilandin.

Di komxebatê de li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, Jiyan Koçer, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso peyivîn. Di axaftinan de tecrîda li ser Ocalan hat şermezarkirin û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê hat silav kirin. Piştî axaftinan, sînevizyona li ser rola jinên ciwan a di şoreşa  Sûriyeyê de û bi taybetî li Kantona Efrînê hat nîşandan.

 

ŞEHBA