Li ser navê KNK'ê Tahir Kemalîzade û Adem Uzun, li ser navê KCK'ê Zubeyîr Aydar, li ser navê YNK'ê Mele Bextiyar û nûnerên partî û saziyên Kurdistanî GORAN, PYD, PJAK, PÇDK, Zehmetkêşan, Partiya Sosyalîst, PÎK, Federasyona Asûrî-Suryanî, Federasyona Êzîdiyan, Partiya Komunîst, Yekgirtî Îslamî, Enstîtuya Kurd li Brukselê, HDP-Ewropa, Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê tevlî civînê bûn.
Nûnerê KCK'ê Aydar bal kişand ser hilbijartinên giştî yên di 7'ê Hezîranê de li Bakurê Kurdistanê û got, "Rejîma cûnta ya 12'ê Îlonê, ji bo vîna Kurdan derbasî parlamentê nebe, benda ji sedî 10'ê danî. Hikûmeta AKP'ê dixwaze bi vê yekê avantajekê bi dest bixe. Mînak; pêkan e ku Kurdên li Sêrtê çar parlamenteran derxîne. Eger em bendê derbas nekin, ev parlamenter hemû wê ji AKP'ê re biçin. Gelo ev e rastiya AKP'ê ku dibêje li Kurdistanê ew partiya yekemîn e."
'Artêşa hevpar'
Aydar di dewama axaftina xwe de ragihand ku hemû hêzên li Rojhilata Navîn li dijî yekîtî û hevgirtina Kurdan têdikoşin û got, "Eger em Kurd bi nava yekîtiyê de bin û hev bigirin, ti hêz wê cesaret neke ku me tine bike. Rojhilata Navîn kirasê ji agir e. Ji bo li dijî çeteyên weke DAIŞ'ê şer were meşandin mecbûriyetek e ku artêşeke hevpar were avakirin."
‘Konferansa Neteweyî ji bo Kurdan ferz e’
Nûnerê YNK'ê Bextiryar da xuyakirin ku şert û mercên Rojhilata Navîn yekîtiyê li ser Kurdan ferz dikin û got, "Konferansa Neteweyî ya Kurd mecbûriyet e. Divê em qîma xwe bi federasyona li Başûrê Kurdistanê neyînin. Em mecbur in alîkariyê bidin têkoşînên li çar parçeyên Kurdistanê. Berxwedana li Kobanê sempatiyeke mezin li cîhanê çêkir. Yekîtiya me ya neteweyî wê bibe ewlekariya hemû gelên li Rojhilata Navîn. Ji nû ve avakirina Kobanê pirsgirêka Kurdan û tevahiya mirovahiyê ye. Ji ber ku lehengên YPG'ê yên li Kobanê şehîd ketin, ji bo tevahiya mirovahiyê şer kirin."
Nûnerên partî û saziyên din jî li ser ji nû ve avakirina Kobanê, yekîtiya neteweyî, Konferansa Neteweyî nêrînên bi heman rengî anîn ziman.
Nûneran da xuyakirin ku ji bo diyarkirina dema Konferansa Neteweyî, ew ê di rojên pêş de li hev bicivin.
Partî û saziyên beşdarî civînê bûne ev in:
Komîsiyona karê derve ya KNK ê, YNK, PYD, GORAN, HSDK (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan), Partîya Îslamîya Kurdistan (PÎK), KCD-E (Kongra Civaka Demokratîk – Ewropa), Hizbî Komunistî Kurdistan, Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan, Komelî Îslamî Kurdistan, TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewropa), Federasyona Komeleyên Êzîdî, E.S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa), Partiya Yekîtîya Suryanî – Rojava, PJAK, Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Hizbî Ayindeyî Kurdistan, Nûnertiya HDP ya Ewropa, P.D.K.S (Partîya Demokrata Kurd li Sûrîya), P.Ç.D.K-S (Partîya Çepa Demokrata Kurd – Sûrîya), PÇK-S (Partîya Çepa Kurd – Sûrîya), Partîya Keskên Kurdistanê - Rêkxrawa Sewza Ewropî Kurdistanî, Enstituya Kurdî ya Brukselê, Rêxirawî Demokratîkî Yarsan, PYNA – Rojava (Partîya Yekîtîya Niştimanî Azad – Rojava), T.N.K.S (Tevgera Nûjena Kurdistan – Surîye), Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat, Dîwexanî Kurdî li Ewropa.
ANF/DEN HAAG