Rojnameya Expressen biryar da xelata hîcw ya sala 2013'an (Ankan Priset) ji ber performansa wî ya di lîstika "Atmosfera Xerab" de bide Komedyenê Kurd Ozz Nûjen. Jûriya ji hunermend û rojnamevanên bijarte, ji bo sedema dayîna xelatê ji bo Nûjen got, "Nûjen, ji qadên nêçirê yên qral heta erdê mayinkirî yê Kurdistanê, îsyankarekî civaka xweşhal e. Bi coşa şexsî re pêkenî û rastiyên di reştariyê de digihîne hev. Ozz Nûjen xwedî wî mejî, dil û darê piştê ye ku hîcwê xweser dike."


Nijadperestî zêde dibe
Di merasîma xelatê ya bi beşdariya 400 endamên medya û qada hunerê pêk hat de Nûjen axaftinek kir û bal kişand ser dijminatiya biyaniyan û nîjadperestiya her diçe li Swêdê û Ewropayê xurt dibe. Nûjen rexne li siyasetmedarên vê xeteriyê nabînin kir û xwest têkoşîna li hemberî nîjadperestiyê bê xurtkirin.

Rexne li Qralê Swêdê kiribû

Nûjen di lîstika xwe ya bi navê "Atmosfera Xerab" a pê re xelat qezenç kir de, bêdengiya rojnamevanan a li pêşberî Qralê Swêdê Carl XVI Gustav rexne dike, ku sefera wî ya nêçirê dişopînin. Zêdebûna nîjadperestî, cihêkarî û nakokiyên çînî yên li Swêdê dinirxîne. Polîtîkaya îxracata çekan a Swêdê rexne dike, firotina çekan ji bo dîktatoran û welatên şer dike, lêpirsîn dike. Destnîşan dike ku li gorî nifûsa xwe, li gelemperiya cîhanê herî zêde Swêd çekan difiroşe.

Çekên Swêd difroşe
Di beşek lîstikê de Nûjen ji temaşevanan dipirse ka qutiyên enfiye li gel wan heye yan na. Parçeyên tûtinê yên li kaxizeke di qutiya enfiye ya ji temaşevanekî stend pêçandî nîşan dide û dibêje, "Vana bi qasî mayinên Swêdê mezin in, bi saya afirîneriya Swêdê ji ber ku weke plastîk tê hilberîn, detektor nikarin mayinan bibînin. Li Kurdistanê ji vanan bi mîlyonan hene." Nûjen piştî van gotinên xwe qutiya enfiye diavêje. Li saloyê her kes dicemide. Bêdengî serdest dibe. Atmosfereke nebaş derdikeve holê. Lîstiya "Atmosfera Xerab" a di nava du salan de li hemû bajarên Swêdê hat lîstin, ji ber ku rastî pêwendiyek mezin a temaşevanan tê, ji cîhana çand û medyayê rexneyên erênî wergirt.

Jiyana Ozz Nûjen tije jan e
Di hevpeyvîna li rojnameya Expressen de Nûjen got, "Ez hempişeyên xwe yên bi tenê ji bo kenandinê lîstikan dileyze, teqdîr dikim. Ya rast ez mirovekî gelekî cidî me. Hîn di dema biçûkaniya min de malbata min behsa bêedaletiyê dikir. Di 5 û 7 saliya xwe de li Kurdistanê min pêlav boyax dikir." Di salên dawî de tê dîtin ku Nûjen hîn bêtir polîtîk bûye û lîstikên wî bûne xwedî naveroka civakî. Nûjen piştgiriyek tam da çalakiyên grevên birçîbûnê yên girtiyên Kurd û çalakiyên destekkirina şoreşa Rojava.

Medya Swêdê sansûr kir
Par di bernameyeke hevpar a televîzyonên Swêd û Norwêcê de di navbera Nûjen û Serokwezîrê berê yê Norwêcê Jens Stoltenberg de nîqaş derketibû. Nûjen hebûna Partiya Framskrîtt a dijminê biyaniyan di nava hikûmeta koalîsyonê de rexne kiribû û Norwêc bi nîjadperestiyê tewanbar kiribû. Televîzyona Dewletê ya Norwêcê, van kêliyên nîqaşê ji weşanê derxistibû û ev jî rê li ber nîqaşan vekiribû. Ji ber xebatên wî yên li dijî biçekbûyînê, Komeleya Aştiyê ya Swêdê par "Xelata Aştiyê" dabû Nûjen. Nûjen diyar kiribû ku ew xelata ji 5 hezar kronî dide tîma futbolê ya Dala Kurd, ji ber ku çalakiyê piştevaniya bi gelê Kurd re lidar dixe.



MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM