Nûnerên Komeleya Jinên Erîtreya, Navenda Alman û Rusan, Komeleya Latin Emerîkiyan, Komelya Spanyolan, YXK-Giessen jî di nav de nûnerên gelek komeleyên dîn ên koçberan li civînê amade bûn. Çapeminiya herêmî jî eleqe nîşanî civînê da.
Civîn ji aliyê berpirsiyariya koçberan a şaredariya bajêr Sholeh Sharifi ve hate birêvebirin. Piştî xêrhatina mêvanan, komeleyan Kurdan xwe bi mêvanê xwe da nasîn. Wekî din derbarê kar û xebatên MSO axaftin hatin kirin. Di van 2 salên ku MSO hatiye damezrandin de pirtûkek derbarê kom û komeleyên koçberan ên li Giessenê hate derxistin. Komeleyên koçberan serê 3 mehan di bin banê MSO de civiyane, karê derve meşandiye, di Roja Navneteweyî ya Koçberan de çalakî organîze kiriye. Biryar hat girtin ku bi Torên Tevgerên Serbixwe yên Koçberan ên li bajarên din re têkevin tekîliyê û ji tecrûbeyên wan sudê werbigrin. Wekî din komîsyonek ji bo dahatûya MSOyê hate damezrandin. Di komisyonê de endama Navenda çanda Kurdan a Mezepotamyayê Veyicihe Seyraldin jî cihê xwe girt.
RÛŞEN RENGÎN/GÎESSEN