Ev demek e li navçeya Dîlokê Karkamişê ya li pêşberî Cerablûsê liv û tevgera komên çete yên Koalîsyona Sûriyê yên Tirkiye li pişta wan, zêde bûye. Hêzên Tirkiyê jî bi hin topên ku diavêjin Cerablûsê rê li ber lîstoka xwe vedikin û dixwazin raya gîştî ya cîhanê bixapînin.
Ev çend roj in Tirkiye qederê 5 hezar çeteyan li ser sînor kom kirine û dixwaze wan derbasî Cerablûsê bike. Çavkaniyeke taybet ji ANHA´yê re navên van komên çete ragihand û ew weha bi nav kirin: Cebha El-Şamiya, Sultan Murad, Tevgera Ehrar El-Şam El-Îslamiya, Firqa 13 (DYE alîkariya wê dike), Tabûrên Siwar El-Şîmal, Feylaq El-Şam û Ceyiş El-Sunne.
Li gorî çavkaniyan, ev kom li benda nîşaneke Tirkiyê ne da ku derbasî Cerablûsê bibin.
MİNBİC