Derbarê komên gonvendê de jî ji rêveberên navendê Keder Hesen diyar kir ku 5 komên govendê dê beşdarî şahiyên newerozê bibin û dîlanên folkorî pêşkêş bikin.
Prova didomin
Hesen got ku komên govendê yên şehîd Sebrî ya zarokan, koma şehîd Remezan ya zarokan, koma şehîd Warşîn ya jinên ciwan, koma şehîd Şervan ya ciwanan û koma şehîd Elwan ji bo amadekariyên pîrozbahiya Newrozê provayên xwe yên dawiyê pêk tînin. Derbarê komên şanoyê de jî endamê rêveberiya navendê Fexredîn Şakir diyar kir ku koma şehîd Welat ya şanoyê jî amadekariyên xwe dewam dike û ji bo şahiyê 5 şano amade kirine. Endama rêveberiya navendê Dîlan Can jî da zanîn ku koma Şheîd Xebat ya mûzîkê ji bo şahiyên cejna newrozê 15 stran amade kirine.
Eleqeya şanoyê pir e
Li herêma koçeran jî koma Waniyê ya girêdayî Navenda Dicle ya Çand û Huner ya Dêrikê lez da xebat û amadekariyên cejna Newrozê. Berpirsyarê şaxê Navenda Dicle yê herêma Koçeran Brahîm Feqe diyar kir ku 34 enamên komên mûzîk, şano û govendê lez dane amadekariyên xwe, Feqe got ku ewê di beşê dîlanê de dîlanên herêmê pêşkêş bikin. Berpisyarê koma şano yê Ebdilezîz Ehmed jî diyar kir ku koma wan ji bo şahiya newrozê ya herêma koçeran 4 şano amade kiririne.
TIRBESPIYÊ