Duyemîn Mîhrecana Şanoya Kurdî ku di navbera 27`ê Adarê û 3`ê Nîsanê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin, bi şahiyekê bi dawî bû.
Di şahiyê de Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saruxan, cîgirê wî Hesen Ezam, gelek derhênerên lîstikên şanoyê û bi sedan kesan amade bûn.
Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, pişt re endamên akademiya Şehîd Yekta Herekol ya bajarê Tirbespiyê stran pêşkêş kirin. Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed jî di şahiyê de axivî û got di demeke ku Sûriye di nava şerekî dijwar re derbas dibe de, lidarxistina mîhrîcanek wiha, wekî gaveke girîng e. Îlhma Ehmed wiha pê de çû: “Lîstikan da diyarkirin ku şanoya Kurdî gihîştiye astek bilind, ev yek jî bi saya lîstikvanan, kedkarên çandê, derhênerên Kurd û berxwedana YPG û YPJ`ê ye.”
Diyarî berxwêderan û Ocalan kirin
Li ser navê komîteya amadekar jî Ehmed Mela Hemo axivî û mîhrîcan diyarî berxwedana Bakurê Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Piştre Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saruxan, cîgirê wî Ehmed Ezam û Endama Saziya Malbata Şehîdan Selme Osî Elî xelat pêşkeşî komên serkeftî kirin.
Li gorî komên ku xelat girtine wiha ne:
Muzîka herî baş: Koma Jiyan Şano, lîstika ‘Çîrokê Çîrvanokê’
Ronahiya herî baş: Koma Asayîşa Rojava, lîstika ‘Dîwar’
Dekora herî baş: Koma Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hûnera Demoratîk, lîstika ‘Fîrewn’
Lîstikvanên baş: Di asta yekem de: Şêrwan Mela (lîstika ‘Kûçikê Axa’), Ebdulcebar Hebîb (lîstika ‘Çîrokê çîrokvanokê’) û Hêvîdar Silêman (lîstika ‘Kûçikê Axa’)
Di asta duyemîn de: Xazî Sedun (lîstika ‘Kortên bê welat’), Ehmed Mela (lîstika ‘Birek’), Gulnaz Derwêş (lîstika ‘Li ser sîngê welat’) û Diyana Ebdulkerîm (lîstika ‘Heta tu jî zirok’).
Lîstikvanê herî baş: Elî Ferman (lîstika ‘Fîrewn’).
Nivîsa herî baş: Beşîr Mela (şanoya ‘Gemardank‘)
Derhênerê herî baş: Mihemed Resûl (lîstika ‘Birek’)
Lîstika herî baş: ‘Kûçikê Axa’ ya derhêner Mihemed Resûl û pêşkeşkirina koma Tolhildan.
Di şahiyê de hemû xebatkarên ku di mîhrîcanê de xizmet kirine jî hatin xelatkirin.
Ajanma me ANHA jî, ji ber şopandina nûçeyên Mîhrîcanê hat xelatkirin.
ANHA/QAMIŞLO