Ev bi salan e ku astronom li bendê bûn ku kometeke têra xwe dibiriqîne di ber dinyayê re bibihure da ku bi çavên xwe wê bibînin û ne bi teleskopan. Wisa diyar e ku niha kometeke wisa tê. Ev komet weke Atlas yan jî C/2019 Y4 tê binavkirin. Gava ku ew 28’ê Kanûna bihurî hat dîtin, hê rohniya wê pirr kêm bû. Lê niha ewqasî dibiriqîne ku astronom hêvî dikin karibin bi çavên xwe wê bibînin gava nêzîkî dinyayê bibe. Lê komet yanî objeyên ji qeşayê yên li fezayê, pirr ne li gorî hesaban in. Dibe ku bi carekê dûrî dinyayê jî bibe. Beriya niha Adara 2013’an kometa PanStarrs, sala 2011’ê kometa Lovejoy dikarîn bi çavan bên dîtin.
NAVENDA NÛÇEYAN