Civîn bi beşdarbûna sedan rêveberên komînan li navenda Şehîd Leheng a Ciwanan ya li taxa Ronahî ya Serêkaniyê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Paşê Endamê TEV-DEM’ê Bawermend Aram axivî û got: “Komîn bingeha sereke ya avakirina civaka demokratîk û azad e. Di ser komînan re hemû pêkhate yekîtiya xwe ava dikin. Armanc ji avakirinê ew e ku civak yekîtiya xwe ava bike û hemû pirsgirêkên xwe yên aborî, civakî, eskerî û siyasî jî çareser bike.”

Aram di berdewama axaftina xwe got, TEV-DEM bê navber armanc dike ku civaka nû ya demokratîk ava bike û wiha dewam kir: “Armanca me avakirina civaka demokratîk e, me karîbû Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk ava bikin. Komîn hatin avakirin, ji bo niha kar û xebat baştir bi serkeve pêwîst e ku kar û xebatên komînan baştir bêne aktîfkirin. Pêwîst e ku her kes rola xwe di aktîfkirina komînan de bi cîh bîne û erka xwe pêk bîne.”

Aram di dawiya axaftina xwe de bang li hemû endamên komînan kir ku parastina rewa bi pêş bixin û rola komîteyên parastinê yên komînan jî bi pêş bixin.

Di dawiya civînê de bersiva pirsên beşdaran hate dayîn û li ser çawaniya piratîzekirina komînan nîqaş hatin kirin. 


 SERÊKANIYÊ