Tevgera Çand û Huner a Demokratîk a navçeya Dirbesiyê, girêdayî Kantona Hesekê îro bi şahiyekê navenda Komîna Şems a dîlanan vekir. Şahî li navenda Çand û Huner a navçeya Dirbesiyê ya Kantona Hesekê hate orgenîzekirin.
Bi sedan şêniyên Kantona Hesekê, dildarên şano û muzîkê, hejmarek ji hunermend û komên hunerî ji bajar û deverên Herêma Cizîrê tevî koma govendê ya Minbicê, beşdarî şahiyê bûn.
Endama rêveber a Komîna Şems, Dîma Elî avakirina komînê li tevahiya gelê Sûriyê pîroz kir û got: ”Bi rêya govenadê her pêkhateyek çanda xwe dide xuyakirin.”
Paşê koma Komîna Şems govend gerandin û Koma Tolhildan a girêdayî navenda Çand û Huner a bajarê Hesekê şanoyek têkildarî belavkirina îdîa û derewan pêşkêş kir.
Koma Minbicê û Ukab, berhemên xwe pêşkêş kirin. Her wiha her du komên stranê, Zîlan û Kîkan stran gotin. Şahî bi vekirina deriyê Komîngeha Şems ji aliyê dayîkên şehîdan ve bi dawî bû.
ANHA/HESEKÊ