Yekemîn komîna jinan li gundê Gewanda li salona gundên Meydana bi navê Şehîd Adar Roj hate avakirin.

Jinan piştî xebateke nêzî 4 mehan hemû komînên xwe li navend û gundên navçeyê avakirin. Di encama hemleya avakirina komînên taybet ên jinan de 54 komîn hatin avakirin.

Di derbarê avakirina komînan de Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star Newroz Haşim got beriya ku ew komînekê ava bikin, wan wekî rêveber û endamên Yekîtiya Star serdana hemû malbatan dikirin. Newroz ragihan ku piraniya komînan de 5 komîte heye û van komîteyan ji van beşan pêk tê: Komîteya Lihevanînê, Komîteya Aborî, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Perwerdeyê, Komîteya Jinên Ciwan. 

Di çerçoveya xebatên komînan de jinan li bajarên Qamişlo û Dirbêsiyê 39 komîn ji nuh ve hatin avakirin. Li bajarê Qamişlo û xetên gundên girêdayî wê heta niha 34 komînên jinan hatine avakirin. Li gorî vê yekê li navenda bajar, li taxa Qenat Siwês 6, Enteriyê 5, Kornîş 5, Qudur Beg 2, Bişêriyê 1, Hilêliyê 5, Xerbî 3 û li xetên gundan jî 7 komînên jinan ji nû ve hatin avakirin.

Li bajarê Dirbêsiyê jî di çarçoveya heman xebatan de heta niha 5 komînên jinan ji nûve hatine avakirin. 


 QAMIŞLO/DIRBÊSIYÊ