Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê de, niqaşên li ser avakirina Komîsyona Aqilmendan didome.

Rojnameger û nivîskar Oral Çalişlar ku navê wî jî ji bo komîsyonê derbas dibe, diyar kir ku peyvirek mezin dikeve ser milê komîsyonê. Çalişlar, anî ziman ku divê kesên baweriyê dide du aliyan di komîsyonê de cih bigirin. Prz. Fethiye Çetin, jî anî ziman ku divê teqez di nava komîsyonê de kotaya jinê jî hebe. Prof. Dr. Mîthat Sancar jî anî ziman ku ger ji bo komîsyonê daxwaz li wî bê kirin dê binirxîne.

Çalişlar: Divê piranî ji jinan pêk bê

Nivîskar û Gerînendeyê Rojnameya Tarafê Oral Çalişlar, anî ziman ku binavkirina komisyonê ya "Zilamên Aqil" şaş e û divê berî her tiştî ev nav bê rastkirin. Çalişlar, da zanin ku divê jin bi çalak di vê komîsyonê de cih bigrini û wiha got: "Berpirsiyarê bingehî û zilam in. Ji ber vê yekê ger ku aştî bi ser bikeve jî wê bi destê jinê bi ser bikeve. Çalişlar, da zanîn ku jin dê rolekî baştir û pêşketîdir bilîzin. Ji ber vê yekê divê navê komîsyonê wekî "Komîsyona Mirovên Aqil" bê zanîn. Komîsyon wê di paşvekişandinê de rolekî mezin bilîze.
Çalişlar, destnîşan kir ku banga Ocalan "ji bo tevgera Kurdan û Tirkiyê dê dîrokê biguherîne û ji bo ev tespîta Ocalan a dîrokî têkeve meriyetê rola Komîsyona Mirovên Aqil girîng e. Çalişlar wiha got: "Ocalan bang kir û li ser vê yekê KCK'ê agirbest îlan kir. Niha jî mijara paşvekişandinê ye. Niha pêngava ku PKK çekan berde û dest bi têkoşina siyasî bike tê niqaşkirin. Di vê pêvajoya ku ev mijar tê niqaşkirin gelek mînakên cîhanê hene. Ji ber vê yekê rol u mîsyonekî mezin dikeve ser komîsyonê. Divê ev komîsyon dikaribe dema pêvajo hat xetimandin veke û rêya çareseriyê bi lezgîn bike. Divê Komîsyon pêvajoya vegerina dervê sînor venêre û di bin kontrol û venêrtina komîsyonê de vekişandin pêk bê. Divê pirsa Ocalan çi dixwaze? PKK çi dixwaze? baş bê zanîn. 2 alî çi dixwazin divê baş bê zelalkirin. Divê komîsyon daxwazên 2 aliyan baş zanibe û li gorî wê plansaziya xwe bike. Divê li du aliyan objektif binere. Van mirovên çekan berdidin divê dîsa çawa li civakê vegerin. Ji bo van kesan dê zagon çawa bên avakirin? Kesên berê çekdar bûn dê çawa karibin tev li siyasetê bibin? Ji bo vê yekê divê zagon bên derxistin. Divê ji bo paşvekişandinê di navbera PKK'ê û hikûmetê de pêvajoya teknîkî bi dawî bibe û ji aliyê makeqanûnê ve gav bên avêtin. Divê meclîs bingeha vê yekê amade bike.

'Divê jin di komîsyonê de cih bigirin'

Parazvana mafên mirovan û Prz. Fethiye Çetîn ku parêzeriya Hrant Dink û gelek dozên din ên girîng dike jî anî ziman ku divê teqez jin di nava vê komîsyonê de cih bigirin. Çetin da zanîn ku heta niha ji bo vê yekê tu daxwaz ji wêre nehatine û wiha got: "Ger ku daxwazek wisa ji min re bê mirov nikare bêje na û xwe bide paş. Divê her kes li gorî hêza xwe piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Ger ku komîsyon bê avakirin divê teqez nûnerên jin jî cih bigirin. Divê navê "Komîsyona Zilamên Aqil" bê rastkirin. Ji ber ku aştî ne tenê ya zilam e. Herî zêde jin aştiyê dixwaze. Ji ber vê yekê divê teqez jin di nava vê komîsyonê de cih bigire.

Sancar: Nameya Ocalan pir watedar e

Hîndekarê Zanîngeha Enqereyê yê Zankoya Hiqûqê Prof. Dr. Mîthat Sancar jî anî ziman ku nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek pir watedar û dîrokî ye û wiha got: "Nameya Ocalan a di Newroza Amedê de hat xwendin nişan dike ku em gihiştine pêngavek gelek dirokî. Nameya Ocalan derdorek pir fireh dixe bin baskê xwe. Der barê paşvekişandina hêzên çekdar a derveyî sînor de Ocalan agahiyên teknîk neda. Lê ev peyam pir girîng e. Di roportaja Hasan Cemal a bi Murat Karayilan de agahiyên teknîkê tê dayîn."
Sancar, anî ziman ku heta niha tu daxwaz ji bo wî nehatiye û ger ku daxwazek bi vî rengî bê jî dê binirxîne.  Heta niha ji bo aştiyê pêş keti tiştê ket ser milê min, min kir ez dê dîsa bikim.

DÎHA/STENBOL




'Em jî muxatabê çareseriyê ne'


Pêvajoya ku bi bang û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, nûnerên jin nerînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew jî muxatabê çareseriyê ne.
Endama Meclisa Jinê ya HDK'ê Yildiz Îrmek Koluaçik, anî ziman ku ew alîgirê aştiyê û muxatabê çareseriyê ne û wiha got: "Diyaloga di navbera Ocalan û dewletê de pêk tê pir girîng e. Lazim e ev pêvajo vegere aştiyek mayinde. Divê dewlet êdî gavên şênber bavêje. Divê li gel her tiştî her kes piştiriyê bide pêvajoyê. Ger ku ev pêvajo ber bi aştiyek mayinde ve biçe girêdayî helwesta dewletê ye. Ger ku dewlet hin sererastkirinên zagonî bike û gavên çareseriyê bavêje wê demê dê pêvajoya aştiyê pêş bikeve. Li Tirkiyeyê şerê 30 salan heye. Ev ji jo jinan birînên pir mezin vekir. Jinan di şer de hevserên xwe zarokên xwe birayên xwe winda kirin. Jin ji ber şerê heyî rastî tacîz tecawiz, tundî, koçberî û xizaniyê hatin. Bedelên herî giran dan. Şert û mercên şer jin kirin ên din. Jin di şer de bêtir rastî tundiyê hatin. Tudiya li hemberî jinê di pêvajoya dawî de ji sedî hezar û 500 zêde bû. Ger ku jin tev li vê pêvajoyê neyên kirin wê demê dê bi hişmendiya zilam gav bên avêtin û dê weki serdemên erê aştiyek mayinde pêş nekeve. Divê teqez jin di nava vê pêvajoyê de cih bigirin. Li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ha hêjmar 1325'an divê teqez jin jî aliyekê pêvajoya aştiyê bin. Divê statuya jinê jî li ber çavan bê girtin û daxwazên jinan li ber çavan bên girtin û qebûlkirin.

'Hêj dewletê gav neavêtiye'

Endama Meclisa BDP'ê ya Rêxistina Stenbolê Ayşe Karadag jî anî ziman ku berê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agirbest îlan kiribû û wiha got "Berê jî Birêz Ocalan agirbest îlan kir. Lê dewleta Tirk bi operasyon, şer û îmhayê bersîv da. Ji ber vê yekê em bi fikar in. Lê Kurd ji bo ewlehiya Ocalan li vê pêvajoyê xwedî derdikevin. Weki serdemen berê dîsa operasyonên dewletê berdewam dikin. Hêj dewletê gavên şênber û bi bawerî neavêtiye. Hêj girtiyên ji doza KCK'ê serbest nehatine berdan. Hêj parêzerên Birêz Ocalan nikarin biçin hevditinê. Parêzer û bi hezaran siyasetmedarên Kurd hêj girtî ne. Em naxazin êdî kes bên kuştin. Divê êdî dewlet gavên şênber bavêje û baweriyê bide Kurdan. Em wekî tevgera jinê naxwazin êdî kes bê kuştin û xwîn biherike. Em bang li hemû jinan dikin û dixwazin ji bo aştiyê têbikoşin."