Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk  Turkdogan, anî ziman ku hinek rexneyên "hikûmet dê we beralî bike" tiştekî wisa tuneye û teqez hikûmet tevlî xebatan nabe. Turkdogan, da zanîn ku hikûmet tenê dê hinek tedbîrên ewlehiyê bigire û ji bilî wê tevlî tu tiştên din nabe.

Turkdogan, da zanîn ku ew di nav koma "Herêma Deryaya Spî" de cih digire û wiha got: "Em di 7'ê nîsanê de civîna xwe li dar xist. Em têkildarî rêbaz xebatan, ziman, dem û ziyaretan de bi berfirehî nîqaş kirin. Em di nav xwe de komîteyekî teknîkî ava kir û em peywir da wan. Em dê 11'ê nîsanê careke din bên cem hev û dawî li van xebatan bînin û dest bi xebatan bikin. Ez bêjin hemû kom dê wekî me bikin. Komîsyon bi xebatên xwe berpirsiyar e. Ji ber vê yekê hinek rexneyên li hemberî komîsyonê ne guncav in. Mijara em dê li ser rawestin şîdet, bêpevçûniya mayînde û li gorî hevdîtinên dewlet û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amadebûn e. Divê hemû aliyên civakê tevlî vê pêvajoyê bibin. Dîsa civak di vê mijdarê de çi difikirin. Derdorên cuda yên civakê çi dibêje. Ew çi difirkirin û em dê nêrînîn xwe ji wan re bêjin. Ya di jî daxwaz demokratîkbûna Tirkiyeyê. Pirsgirêka Kurd di hema demê de pirsgirêka demokratîkbûnê ye. Dê bi makezagonekî nû çareser bibe."

'Divê em girîngiya pêvajoyê vebêjin'

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan wiha pê de çû: "Di vê mijdarê de tu astengî tunene. Em dixwazin bi derdorên li dijî pêvajoyê re jî hevdîtinan bikin. Ji ber ku em nêrînên xwe parve bikin girîng e. Divê ev pêvajo ji bo me, Tirkiyeyê û gelên li Tirkiyeyê dijîn çiqas girîng e em vebêjin. Divê bi hinek argumanên siyasî nêzîk bibin. Divê di aliyê însanî, wijdanî û mafan de nêzîk bibin û wisa vebêjin. Em dê guhdariya welatiyan bikin. Ka çi difirkirin. " Turkdogan, destnîşan kir ku dê xebatên wan nêzî 2 mehan bidomin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li herêma me ya Akdenîzê 8 bajar hene. Gelek navçeyên mezin hene. Ji ber vê yekê herî kêm em neçar in 15-20 cihan ziyaret bikin. Piştî van hemûyan em dê raporekê amade bikin. Em dê tesbît, çavdêrî, pêşniyar, gumanên xwe yên li hemberî pêvajoyê, hêvî û her tiştên din em dê bikin rapor û pêşkêşî hikûmetê bikin. Ez bawer dikim ku dê hikûmet ji van raporên me gelek tiştan fêm bike. Dê tevkariyê bide pêşveçûna pêvajoyê." 

DÎHA/ENQERE