Komîteya ku bi hemû partiyên Kurd re têkiliyan dayne ya şaxa KNK´ê ya Rojava, doh civîna xwe ya yekem li dar xist. Di civînê de ji bo mekanîzmaya destpêkirina kar, daxuyaniyek hate dayîn.
Bi înîsiyatîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Rojava, bi armanca avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd û pêşîgirtina li gefên li dijî hebûna gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê, pêr li Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê ya li Qamişlo civînek hatibû lidarxistin.
Di encamnameya civînê de komîteyek ji 5 kesan a KNK-Rojava hat avakirin û ev komîte wê bi hemû partiyên Kurd re têkiliyan dayne. Endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê Şêx Sînan Ehmed, serokê Yekitiya Nivîskarên Sûriyê Dilawer Zengî, endamên Desteya Rêveber a KNK´ê Ebdulkerîm Umer, Derya Remadan û mamosteyê Zanîngeha Rojava Silêman Ilyas di komîteyê de cihê xwe digirin.
Ji bo yekhelwêstiya Kurdan
Endamên komîteyê ku wê bi partiyên Kurd re têkiliyan dayne, doh saet 11:00`an li Navenda Desteya Karên Derve ya Herêma Cizîrê, civîna xwe ya pêşî li dar xist. Di civînê de, ji bo diyarkirina mekanîzmaya kar komîteyê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Bêgûman roj bi roj rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî di rewşeke dijwar re derbas dibe. Dewleta Tirk a dagirker gefan li destketiyên gelê Kurd û Rêveberiya Xweser dixwe. Ji ber wê, rewşê doh (pêr) Konseya Rêveber a KNK-Rojava civînek li dar xist û komîteyek ava kir. Karê komîteyê ew e ku têkilî û danûstandin bi hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurd li Rojava re dayne. Li ser bingeha yekrêziya tevgera partiyên Kurdan, sazî û dezgehên civaka sivîl û pêkanîna mafê pêkhatêyên li Sûriyê kar bike.”
ANHA / QAMIŞLO