Li gorî yasayê jî tenê parlemana Herêma Kurdistanê dikare bi piraniya dengan dema komîteya amadekirina Destûrê dirêj bike.
Endama komîteya nivîsandina destûrê Behar Mihemed ji RojNewsê re got: “Ji bo nivîsîna tevayiya made û bendên destûra Herêma Kurdistanê temam bibin, pêwîstî bi demeke zêdetir heye.”
Li gorî yasayê 90 roj mohlet ji bo nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê hatibû diyarkirin. Lê niha endama komîteya destûrê Behar Mihemed dibêje: “Komîteya me ji bo nivîsandina destûreke daîmî ya ji bo Herêma Kurdistanê pêwîstî bi 90 rojên din heye.”
Heta niha komîteya nivîsîna destûra Herêma Kurdistanê ji sedî 50’ê karê xwe temam kiriye. Di 54 civînan de 74 madeyên destûrê hatine erêkirin.
Ji despêka avakirina komîteya nivîsîna Destûra Herêma Kurdistanê ya ji 21 kesan pêk dihat, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Şûî ya Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê û Arasteya Sêyemîn ku xwediyê kursiyekê ne, xwe ji komîteya nivîsandina destûrê paşde kişandin.
ROJNEWS / HEWLÊR