Belavkirina 21 kesan li gor partiyan wiha ne; .PDK 7 kursî, YNK 4 kursî, Tevgera Goran 4 kursî, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 2 kursî, Komela Îslamî ya Kurdistanê kursiyek û kursiyên din jî wê di nava pêkhateyên din de werin parve kirin.
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Arasteya Sêyemîn, Sosyalîst û Şûî jî kursiyek bû para wan û wan jî ev yek boykot kirin.
Serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemed di rûniştina doh ya parlamentoyê de li ser vê mijarê wiha got: “Divê nûnerê her çar aliyên siyasî hebe. Ger nûnerê wan jî nebe, ev nayê wê wateyê ku komîteya sererastkirina destûrê ti pirsan ji wan nake.”
Parlamentoyê 90 roj ji bo wê komîteyê daniye, ji bo destûrê sererast bike, karên xwe biqedîne û destûrê bixe referandûmê. Komîteya 21 kesî ya ji bo sererastkirina Destûra Herêma Kurdistanê bi dengê 71 parlamenteran hat pejirandin.