
Piştî bajarê Minbicê ji komên çete yên DAIŞʹê hate rizgarkirin, welatiyên bajar dest bi rêxistinkirina xwe kirin. Çeteyan wekî çawa gelek deverên bajar xira kirin Mizgefta Şêx Eqîl jî wêran kirin. Di çarçoveya xebatên rêxistinkirin û avakirina bajar de Komîteyak ji oldarên Cizîrê serdana Minbicê kir.
Komîteyeya ku ji 5 kesan pêk dihat bi oldarên bajarê Minbicê re civiyan. Têkildarî serdanê Serokê Komîteya Olî ya Dêrikê Seyîd Hesem ku di serdanê de bû got ku piştî rizgarkirina Minbicê wan serdana bajar kiriye da ku alîkariya oldarên bajar bikin ku komîteya xwe ava bikin û bi xwe karûbarê olî di bajar de bidin meşandin. Hîsm got ku dê komîte her wiha wê li ser karûbarê perwedeyê jî bisekine.
Di encama nîqaşên ku di civînê de hatin kirin komîteyek ji 7 kesan hate hilbijartin, ew komîte dê karûbarên olî li Minbicê bide meşandin û dê şêwiriyên olî bigire ser xwe. Ebdurezaq Kalo jî wekî Serokê Komîteyê hate hilbijartin.
Piştî komîte hate avakirin oldaran serdana Hevserokatiya Buroya Têkiliyan a Melcîsa Sivîlan a Komeleya Xêraxwaziyê û astengdaran û rewşa zarokên li wir jiyan dikin pirsî.
Di dema serdanê de Şêx Mûsa Ebû Îbrahîm axivî û spasiya kesên di komeleyê de kar dikin û li ser zarokan disekinin û bang li hemû kesî ku alîkariya komeleyê bikin.
MINBIC