Ji bo şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, li bajarên Dresden, Darmstadt, Frankfûrt, Hambûrg, Berlîn, Troîsdorf, Aachen, Koln û Bonn ên Elmanyayê û bajarê Toûloûse yê Fransayê çalakî hatin lidarxistin.

DRESDEN: Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya UTA û bi tevlîbûna saziyên jinan ên Elman, ji Haûpstrasseyê heta Alaûnplatzê meşek hat lidarxistin. Piştî meşê mîtîngek pêk hat û çalakgeran ji dewleta Fransayê xwestin, hêzên li pişt komkujiyê derxîne holê.

DARMSTADT: Bi qasî 100 kes li Lûîsenplatzê bi pêşengiya jinan çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de têkildarî mijarê gelek belavok hatin belavkirin.

FRANKFÛRT: Li meydana Haûptwachê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara Nûjîn û Meclîsa Jinê ya Sara ve hat organîzekirin û endamên Ciwanên Azad ên li bajarê Maînzê jî beşdar bûn. Jinan li vê derê wêneyên her sê şoreşgeran hildan û ji bo bîranîna wan find vêxistin û bi sedan belavokên bi Elmanî, daxuyaniyek hat dayîn.

HAMBÛRG: Pêkhateyên Meclîsa Jinê ya Rojbîn, çalakiyeke bîranînê lidar xist. Hevseroka Meclîsê Leyla Kaya li vir axivî û diyar kir, ew ê xwedî li mîrateya jinên şoreşger ên hatine kuştin derkevin. BERLÎN: Li ser banga Meclîsa Jinên Kurd DEST DAN a li Berlînê, jin li U-Bahnhof Kreis Parkê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Tevî bavê Sakîne Cansiz Îsmaîl Cansiz û xizmên wê gelek Elmanên dostên Kurd jî tevlî çalakiyê bûn. Di dema meşê de girseya gel kulîlk danîn Breîtscheîdeplatzê ku roja 19’ê Kanûnê çeteyên DAIŞ‘ê li vê derê 12 kes kuştibûn. Çalakgeran her wiha bi sedan belavok belav kirin û Fransa şermezar kirin, ku hewl dide komkujiyê binixumîne. 

FREÎBÛRG: Meclîsa Jinê ya Nûda çalakiyeke bîranînê lidar xist. Bi vê armancê jin li meydana li pêşiya Şaredariya Freîbûrgê li hev civiyan û li dora wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez find vêxistin. 

DUSSELDORF: Bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê li ber Gara Trenê ya navendî bi beşdariya bi dehan kesî çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Dusseldorfê Haydar Arslan li vir axivî û diyar kir, heta darizandina kujerên rastî ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Piştre sînevîzyonek li ser her sê şoreşgeran hat nîşandan.

AACHEN: Meclîsa Jinê ya Denîz Firat li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke bîranînê lidar xist. Nûnerên PYD’ê û Komîsyona Malbatên Şehîdan li vir axivîn û gotin, lêgerîna li edaletê ya jin û gelê Kurd wê bidome.

KOLN: Bi pêşengiya Meclîsa Jİnê ya Viyan, saet di navbera 17:00-18:00 de li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Kolnê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

BONN: Meclîsa Jinê ya Sara li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiyeke bîranînê pêk anî. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bonnê Ayda Ekmez banga xwedîderketina li têkoşîna şehîdên Parîsê kir.

TROÎSDORF: Merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan ve hat organîzekirin. Aktîvîsta TJK-E Şukran Sîncar li vir peyivî û got, “Em şopdarên vê dozê ne. Heta em hebin, em ê bi biryardarî li edaletê bigerin.”

MUNCHEN: Bi pêşengiya Komuna Sara-Jin û Ciwanên Jin name û dosta dane Konsolosxaneya Fransa. Jinên ku ji hêla sefîrê Fransayê ve hatin qebûlkirin, ji hikûmetê xwestin, ji bo ku komkujÎ ronak bibe gavan biavêje. 

ESSEN: Li Essen a Elmanya jî Meclîsa Jinan a Şengalê Bêrîvan komkujiya Parîsê bi bîr anî. Di bîranînê de hate gotin, ‘’jiholê rakirina kujer, di şexê sê hevalên jin de heqerat e li Kurdan’’

Bîranîn bi sînevîzyona ku 3 jinên Kurd kiribûn mijara xwe bi dawî bû.
HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Jinên Ciwan ên Azad, YXK û Komîsyona  Meclîsa Şehîdan a Ronahî Jin, sê jinên ku li Parîsê hatibû qetilkirin li NAV-DEM’ê bi bîr anîn.

DÛÎSBÛRG: Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji aliyê Însyatîfa Jinên Kurd ên Dûîsbûrg ve, bi boneya 4’emîn salvegera qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger aktivîteyek a bîranînê li dar xistin. Di dawiya bîranînê de li ser têkoşîn û jiyana Sakîne Cansiz sînevîzyona ku hatibû amadekirin hate pîşandan.

TOÛLOÛSE: Li bajarê Toûloûse yê li başûrê Fransayê, ji bo her sê jinên şoreşger çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Tevî Meşa Jinê ya Cîhanê, Tevgera Aştiyê, Partiya Komunîst a Fransayê, Partiya Antîkapîtalîst a Nû (NPA), Sendîkaya CGT û Rêya Karkeran (Voîe prolêtarîenne) destek dan çalakiyê. 

STRASBOÛRG: Li bajarê Strsboûrg ê Fransayê ji bo 3 jinên Kurd çalakiyeke bêdeng hate lidarxistin. Bi dehan kesên ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li Place Kleber a navenda bajêr kom bûn, qetlîam û nêzîkatiyên dewleta Fransa protesto kirin.

TORONTO: Li Toronto a Kanadayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi helbest û sînevîzyonê her sê jinên şoreşger hatin bibîranîn. Hevserokê KONGR-GEL Remzî Kartal di bernamê de axivî. Kartal bal kişande ser têkiliya Omer Guney û MÎT’ê û got bi mirina Guney tê xwestin ku ser komkujiyê bigirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN