Li bajarê Elmanyayê Kolnê, li paytexta Ingilistanê Londonê û li bajarê Fransayê Bordeauxê ji Mereşê heta bi Roboskiyê, heta bi komkujiyên li rojava, komkujiyên bi destê dewleta Tirk bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Mîtînga li kolnê li Breslauerplatzê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji FEDA'yê Jînda Denîz axivî û bal bire ser komkujiya Mereşê. Jînda Denîz anî ziman ku di şexsê Elewiyên Raa Haq (Elewiyên Kurd) de êriş li dijî jiyana komunal a li herêmê hate kirin û ev komkujî dewama plana Şark Îslahat bû.

Parlamentera HDP'ê ya berê Nûrsel Aydogan jî got, komkujiya Roboskî komkujiya li dijî gelê Kurd bû û bal bire ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Kurdistanê kirine.

Piştre jî semah hate gerandin û çalakî bi dawî bû.

Yekîtî tenê komkujiyan bi dawî dike

Li Londonê rêxistinên girseyî yên demokratîk di salvegera 41’ê ya komkujiya Mereşê de bi çalakiyekê komkujî û kujer şermezar kirin.

Li ser navê saziyan, nivîskar Alî Erdogan daxuyaniyeke hevpar da. Erdogan got, “Aliyê nijadperest ê dewletê û sermayedarên ji Têkoşîna Azadiyê ya Neteweyî ya Kurdan û ji tevgera ronakbîriyê hez nekirin, ev qetlîam kirin. “

 

NAVENDANÛÇEYAN