HANNOVER
Kurdistanî li Qada Ogusnt Agust ya bajarê Hannovere yê Almanyayê kom bûn û xwepêşandaneke lidar xistin. Piştî rêzgirtinê xwepêşandanê dest pê kir û endamê PYD'ê yê Ewrûpayê Xebat Şakir axivî û komkujiya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê li gundê Tilêliyê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê bi tundî şermezar kir û girîngiya piştgiriya gelê Rojava anî ziman. Kurdistaniyan, durişmeyên disoziya bi şervanên YPG/YPJ'ê û slavkirina berxwedan Rojava vegotin.
BOCHUM
bi sedan Kurdistaniyan ji pêşiya Stasyona Trênê ya bajarê Bochumê xwepêşandeke organîze kirin. Di xwepêşandanê de kiryarên komên çete yên DAIŞ'ê û rêjîma Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Xwepêşandan li nîva bajarê Boxomê bidawî bû.
HAMBURG
Komkujiyên çeteyan li Serêkaniyê kirin, li bajarê Almanya Hamburgê bi mîtîngekê hatin şemerzarkirin. Di çalakiya protestoyî ya li navenda bajêr a bi beşdariya bi sedan kesî de, li ser navê Yekitiya Hêza Demokratîk axaftin hat kirin, di axaftinê de hevkariya dewleta Tirk hat lanetkirin û hat destnîşankirin ku divê Şoreşa Rojava bê jîndarkirin Endama Meclîsa Jinê ya Rojbîn Anja Flach a nû ji Rojava vegeriya di axaftina xwe de da xuyakirin ku şoreşa li Rojava perspektîfeke nû hem dide gelê Kurd hem jî pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn dike.
DARMSTADT
Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyan ên li hemberî Rojava û komkujiyên çeteyan ên li Serêkaniyê kirin, Komuna Jinê ya Darmstadtê, li Luisenplatzê kon veda.
Di çalakiyê de tevahiya rojê, bi sedan kes der heqê şoreşa Rojava de hatin agahdarkirin. Her wiha bi hin standên xwarinê re jî alîkarî ji bo Rojava hat komkirin. Der barê çalakiyê de Berdevka Meclîsa Jinê ya Darmstadtê Yildiz Can got, "Bi van çalakiyên piştevaniyê re em dixwazin ambargoya ji bo fetisandina şoreşa Rojava tê meşandin, bişkînin." Konê piştgiriyê yê li Darmstadtê danê sibê saet di 10'an de hat vekirin û heta saet 18:30 vekirî ma. Di çalakiya ku girseyê eleqeyek mezin nîşan da de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin berhevkirin.
SAARBRUCKEN
Komkujiya li Serêkaniyê ji aliyê Kurdistaniyên li eyaleta Saarland a Almanyayê dijîn ve jî hat protestokirin. Bi armanca protestokirina komkujiyê Kurdistanî duh saet di 16:00 de li ber Europa-Galerie ya li navenda bajarê Saarbruckenê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankart û dowîzên bi zimanê Almanî li ser daxwaza azadiyê ya gelê Kurd û rawestandina komkujiyên li Rojava hatin hildan, bi Kurdî, Almanî û Tirkî axaftin hatin kirin.
BASEL
Bi hezaran Kurdistanî û nûnerên partiyên siyasî, Partiya Çep a Tirk û Tevger Goran li bajarê Basel ji bo şermezarkirina kiryarên DAIŞ'ê û artêşa Tirk yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandanek lidar xistin. Di xwepêşandanê de li ser navê Tevgera Goran, Partiya Çep a Tirk û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) axaftin hatin kirin. Di axaftinana de hemû kiryarên çeteyên DAIŞ'ê û artêşa Tirkiyê yên li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê bi tundî hatin şermezarkirin û hate gotin ku divê li hemû hêz li dijî komplo û planên li dijî Rojava bisekinin.
NAVENDA NÛÇEYAN