Di meşê de rêxistina RJAK, TEVDEM, Partiya Serbixweya Kurdistanê, Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, gelek kesên navdar û girseyekî bi sedan kesî tevlî bûn. Meşa ku ji Baxê Giştî yê Silêmaniyê destpê kir heya Mizgefta Mezin meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsa “revandin û kuştinên xelkê sivîl helwest û kiryarên  teroristiye”, “em komkujiya li gundê Tîlêliyê nelet û şermezar dikin” û “çeteyên DAIŞ’ê  bi navê Îslamê bê rêztiya herî mezine li hember Îslam û mirovahiyê dikin”, alên PÇDK, PYD, YPG/YPJ,RAJK, Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, PKK  û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Her wiha di meşê de dirûşmeyên weke “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Serêkaniyê”, “Bijî Serok Apo”, “Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava yekin, yek armanc û yek xebat, her bijî yekitiya gelan” hatin qêr kirin. Piştî girse giha ber Mizgefta Mezin a Silêmaniyê, li vir daxuyanî û peyamên partiyan hatin xwendin.
Li ser navê girsê Doktor  Azad ku peyam xwend û wiha got: “ Kantonên Rojavayê Kurdistanê bê ku cudahî bêxwe navbera  ol, bawerî û neteweyên herêma Rojava xizmeta hemû pêkhateyên herêmê dike. Lê belê çeteyên Dewleta Îslamiya Iraq-Şamê (DAIŞ) bi şêweyekî hovane û dûrî exlaqê mirovahiyê  êrîşî ser gundê Tilêliyê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê kirin û 15 welatiyên ji hemû pekhateyan ku di navê de jin û zarokjî hebûn girtin û qetil kirin.”
Doktor Azad di berdewama axaftina xwe de bal kişande ser hevkariya dewleta Tirk, Erebîstana Siûdî û PDK’ê yên bi çeteyên DAIŞ’ê re û wiha dewam kir:  “Çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirkiyê, Erebîstana Siûdî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêr têkdanê rewşa Rojavayê Kurdistanê dene, lê belê her çend nekarîne ku pilanên xwe li Rojavayê Kurdisanê bi serbixînin û ji lewma hevakariya çeteyên DAIŞ’ê dikin û êrîşî ser gundê Tilêliyê kirin û bi dehan kes ku jin û zarok jî dinavê debûn qetilkirin”.

‘Di Îslamê de cihê van kirinan tune ye’

Her wiha Mele Nadir Elî jî peyamek pêşkêşkir û wiha got: “Ev êrişa ji derveyî exlaqê mirovahiye û ti eleqeya xwe bi İslama Rast re tûneye. Lewma em bang li tevahiya Gelê Kurd dikin û dibêjin pêwîste gelê me destê biratî û alîkariyê ji bo Serêkaniyê dirêjbike”.
Di heman demê de li ser navê TEVDEM’ê Xerîb Hiso axivî û got: “ Gelê me li Rojavayê Kurdisanê îro tevnên dîrokî dirêsîne, ji lewma hindek kesên weke Partiya demokrata Kurdistanê PDK’ê ger alîkariyê nake bira dev ji dijminatiya gelê Kurd jî berde, ji ber em di qonaxekê re derbasdibin ku zêdetir em berbi yeketiya netewî diçin û ji lewma em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku divê bi erkên xwe yên netewî û biratî rabin.”
Piştî xwendina peyaman, girseyê bi qêrkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bakûr, Başûr, Rohilat û Rojava yek armanc, yek xebat, bijî yeketiya netewî” çalekiya xwe bi dawî kirin. 

SILÊMAN