Medya Ereb bi awayekî ne objekiv nêzî pirsgrêka Kurd li bakurê Kurdisanê dibe. Bi taybet jî televizyonên al-Jazzire û al-Arabiye. Sedema bingehîn jî ew e, ku welatên Qeter û Erebîstana Saûdî hevkarên dewleta Tirk û rejîma AKP’ê ne. Hemû jî hevkarên DYA’yê ne. Ji sala 2002’an ve, dema ku AKP’ê hat ser iqîdarê, dikarîbû torek berfireh ji têkilyan saz bike, ku welatên Ereban û saziyên ola islamê, li gel DYA û rojava bigre nava xwe. Ji ber hindê em niha dibînin ku “Yekîtiya Zanyarên Îslamê” li gel NATO û DYA rejîma AKP’ê diparêze!
Di vê navberê de hemû helwest li dijî tekoşîna gelê Kurd tên nîşandan. Erîşên eskerî yên şervanên PKK’ê li dijî bargehên Artêşa Tirk ji aliyê hikûmetên Ereb, DYA û saziyên ola Îslamê (Wek têgeh: Îslama NATO ) mîna “çalakiyên terorane” tên binavkirin. Lê êrîşên terorane yên dewleta Tirk li dijî sivîlên Kurd, tên nixumandin û bincilikkirin. Medya Ereban a fermî, her weha a di bin bandora islamîstan de alîgera siyaseta inkar û şerxwaziyê ya AKP’ê ye.
Niha AKP’ê û Recep Tayyip Erdogan j ibo Ereban bûne mînak û «model». Her aliyê ku li dijî siyaseta wan dengê xwe bike, dibe «dijmin» û « neyarên ola islamê»!. Jixwe «Yekîtiya Zaniyarên Îslamê» a di bin serokatiya oldar Yûsif al-Qardawî de tam nerînên dewleta Tirk û AKP’ê esas digre.
Di vê dema dawî de “Meclisa Stenbolê” jî ya ku qaşo muxalefeta Sûriyeye temsîl dike, heman tişt kir. Wê êrîşa eskerî ya li Çelê ku artêşa Tirk hedef girt, ji bo razîkirina AKP’ê şermezar kir. Lê derbarê komkujiya Qilbanê de heta niha yek gotin ji devê kesên di vê meclisê de berpirsyar nehatiye bihîstin. Mixabin hin Kurd jî cihê xwe di nava vê meclisa ajan de digrin û heta niha ew jî bê helwest mane.
Alavên xwedîgiravî serbixwe û xwedî kevneşopek objektiv, mîna BBC a Erebî jî nikarîbûn bi awayekî profsyonal û bêalî nêzî vê komkujiyê bibin. BBC jî hema hema nerîna AKP’ê û artêşê esas girt. Pirsgirêka alavên ragihandinê ew e, ku dewleta Tirk mîna «çavkaniya nûçeyan» digrin û daxuyaniyên ku ji aliyê wan derdikevin, mîna ‘jêderên pêbawer’ dibînin.
Gelek welatên Ereban, bi taybet ewên ku di bin bandora rêxistina Birayên Misilman de, AKP’ê û «modela islama nerim» ji xwe re mînak û bê qisûr dibînin. Ew xwestekên Kurdan mîna «komplo» şîrove dikin. Di destpêkê de digotin, hereketa Kurdan hevalbenda komonîsta ye û dijî nasnameya ola islamê tevdigere. Niha jî dibêjin hereketa Kurd hevalbenda Israil e û li dijî dewleta Tirk ya misilman dixebite! Ev ‘teoriya’ dawî ji dema derçûna kirîza siyasî û diplomasî ya di navbera AKP’ê û Israîlê de peydabûye, derketiye holê.Bê guman hin hêzên biçûk hene yên ku mafên Kurdan nasdikin û doza çareseriyê dikin. Lê ev hêz bê bandor û çarçevkirî ne. Di vê navberê de oldarên Kurd dikarin rolek mezin bilîzin. Dikarin têkilyên AKP’ê bi Israil û DYA’yê re eşker bikin. Mexdûriya Kurdan jî nîşan bidin. Em dikarin li vir behsa “Hayeta Feweiyan a Kurdisanê’ bikin. Ev hayet li dijî alîgerên AKP’ê di nava oldarên Ereb de helwesên welaparêz û mêrane nîşan dide.
Komkujiya Qilibanê yek ji rêzkomkujiyên dewleta Tirk yên li himberî netewa Kurd e. Ew ne ya yekê ye, dê ne ya dawî be jî. Jixwe gelê Kurd dê tekoşîna xwe bidomîne û serê xwe li himber zulmkaran tu carî netewîne...