Komkujiya li Enqereyê, li gelek bajarên Elmanyayê bi awayekî girseyî hat şermezarkirin. Di meşên li Bilelefeld, Braunschweig û Osnabruckê de dirûşmên “Kujer Erdogan” hatin qîrîn.
Bielefeld: Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk meşa li bajarê Elmanya Bilelefeldê organîze kir. Gelek kes beşdarî meşê bûn û wêneyên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî û alên HDP’ê hilgirtin.
Girseyê AKP û Erdogan rûreş kir û heta ber konê agahdarkirinê meşiya. Li vir kesên axivîn destnîşan kirin ku berpirsyarên komkujiyê Erdogan û AKP ne û bang li gel kirin da ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
Braunschweig: Di çalakiya li bajarê Elmanya Braunschweigê de dewleta Tirk hat şermezarkirin. Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF) û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk çalakî organîze kir. Qederê 2 hezar kesî beşdarî çalakiyê bûn.
Girse li Meydana Schlos civiya û paêş bi ala, dovîz û pankartan ber bi navenda bajêr ve meşiya. Piştî meşê, li heman meydanê mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinan de polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê hatin şermezarkirin û banga dengdayînê ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê hat kirin.
Osnabruck: Komkujiya Enqereyê li bajarê Elmanya Osnabruckê jî bi meşeke protestoyî hat rûreşkirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakî organîze kir, û çalakiyê li ber Osnabruck HBF´ê destpê kir. Bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Çalakvanan dirûşmên “Kujer Erdogan wê hesap bide”, “Terorîst Erdogan”, “Faşîst Erdogan”, “Elmanya qedexeya li ser PKK’ê rake”, “Tirkiye fînanse dike, DAIŞ bombe dike” gotin. Meşê heta ber avahiya Şano ya Bajêr dewam kir. Li ser navê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer li vir peyivî û got, Erdogan li hemberî gelê Kurd şerek daye destpêkirin û ji hilbijêran xwest biçin ser sindoqan.
NAVENDA NÛÇEYAN
AKP nexweşî ye
Li Franayê, di çarçoveya roja Piştgiriya Neteweyî ya ji bo Kurdistanê de, bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, sendîka, komele û kurdistaniy li bajarên Marsîlya, Strassbourg, Lorient, Montpellier û Rouenê, meşên girseyî yên ji bo piştgiriya Kurdistanê hatin lidarxistin. Di van meşan de, êrîşên AKP’ê yên li Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Lorient: Bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, sendîka, komele û kurdistaniyan li bajarê Franseyê Lorientê meşeke mezin hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên li ber l’Eglîse de Kerentrech a bajêr pêr civiyan, bi qasî 3 kîlometreyan bi gotina dirûşmên “Ji Kurdistanê re azadî”, “Bimire faşîzm” , “Bimire Erdogan” meşiyan. Girseyê li ser rêya herî zêde trafîk lê heye, 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî. Paşê nûnerên Alternatîve Lîbertaîre, Partiya Komunîst a Franayê, Appel Unitative National, Komeleya Çanda Elewiyan a Morbihan, BÎR-KAR´ê, Komîsyona HDP’ê ya Hilbijartinê ya herêma Morbihanê peyivîn. Qisekeran bal kişand ser hovîtî û êrîşên li Kurdistanê ji aliyê dewletê ve û banga piştgirîdayîna gelê Kurd kirin. Nûnerê Komîsyona HDP’ê ya Hilbijartinê Sabrî Bolek jî bibîr ist ku dengdayîna ji bo hilbijartinên 1’e Mijdarê wê 25’ê Cotmehê bi dawî bibe, banga dengdayînê kir.
Montpellier: Di heman çarçoveyê de li bajarê Franse Montpellierê meşek hat lidarxistin. Meşê ji Marche de la Place du Peyrou destpê kir û heta meydana Comedie dewam kir. Di meşê de wêneyên mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dayî, hatin hilgirtin û dirûşmên “Kujer Erdogan” hatin gotin.
Rouen: Li bajarê Fransa Rouenê jî çalakî hebû. Di çalakiyê de wêneyên komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Kobanê û Kurdistanê hatiye kirin, hatin hilgirtin. Qada çalakiyê bi flamayan hat xemilandin. Di axaftinên li vir de hat ragihandin ku ji bo dawîanîna li dîktatoriya Erdogan divê hîn bêhtir bi xurtî kar bê meşandin. Hat destnîşankirin, ku divê hesabê komkujiya li Enqereyê bê pirsîn.
Strassbourg: Bi armanca şermezarkirina komkujiya Enqereyê û bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî, li Strassbourgê bi beşdariya 2000 kesan çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî bi beşdariya, Kurd, Elewî û Fransiyan pêk hat û pankarta bi nivîsa “dîsa dîsa aştî” hat hilgirtin. Welat û saziyên Ewropayê hatin hişyar kirin ku hikûmeta AKP a bi pêşengiya Erdogan hewl dide Kurdistan û Tirkiyeyê veguherînin gola xwînê û divê bên sekinandin.
Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku desthilatdariya AKP’ê êdî riziyaye û ev nexweşî vedigire herêmê.
Marsîlya: Li bajarê Fransa Marsîlyayê jî, gelek saziyan bi çalakiyekê polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk şermezar kirin. Li ser banga Centre Evolution Lilith, Coordination Nationale Solidarité Kurdistan, gelek sendîqe, saziyên civaka sivîl, Navenda Çanda Elewiyan a Marsîlyayê, Komeleya Elewiyan a Marîgnanê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê bi hezaran kes li Meydana Canebierê civiyan û ber bi meydana Vieux Port ve meşiyan.
Girseyê di meşê de dirûşmên “Terorîst Tirkiye”, “Kujer Erdogan”, “Piştgirî ji bo Kurdistanê” bi dengekî bilind gotin û belavok belav kir. Di axaftinan de hat gotin, “Yên edaletê dixwazin wê di vî şerî de bi ser kevin. Em soz didin hevrêyên xwe yên li Enqereyê, ku em ê di vî şerî de bi ser kevin. Di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de em ê nîşanî hemû dost û dijminan bidin, ku em ê bi ser kevin.”
NAVENDA NÛÇEYAN