
‘Divê Tirkiye îtîraf bike’
Şingalî got, “Pêwîst e dewleta Tirkiyeyê bi armanca vegerandina maf û qerebûkirina kesûkarên lêqewmiyan, îtîrafê bi berpirsiyariya Împaratoriya Osmanî ya di pêkanîna wan tawanan de. Dehan jêderên dîrokî yên erebî, kurdî û tirkmanî amaje bi operasyona osmaniyan ya bo jinavbirina êzîdiyan dikin.” Navborî aşkere kir ku eger Tirkiye wek komkujiya ermeniyan îtîrafê bi komkujiya êzîdiyan jî neke, ew dê belgeyên li ber destê wan yên li ser kuştina êzîdiyan bo Dadgeha Bilind a Federal li Iraqê, Parlamentoya Iraqê, Parlamentoya Kurdistanê, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekgirtî bişînin. Di komkujî û koçên bikomel yên di 1415ê de zerer û ziyaneke mezin gihişt Kurdên Êzîdî. Federasyona Rûsyayê ku tê de 60 hezar Êzîdî dijîn, li sala 2009ê baweriya Êzîdîtiyê wek oleke resmî qebûl kir.
Kurdên êzîdî li cîhanê belav bûne
Piraniya êzîdiyan li Geliyê Laleşê yê Mûsilê dijîn û her sal di meha mijarê de Êzîdî bi armanca bicihanîna îbadeta hacê, tên Laleşa Nûranî. Di seranserê cîhanê de nêzîkî 2 mîlyon Êzdî hene ku li Îran, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Ermenistan, Almanya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Kanadayê dijîn.
AKnews/DIHOK