Bûyerek ji rêzê dîtin
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku bi vê komkujiyê re tevahiya gelê Kurd hatiye qetilkirin û ev xal destnîşan kir: “Li cîhanê ti qetilkirinek ewçend bi xwînsarî hatiye kirin, nîne. Piştî komkujiyê, di serî de hikûmet û alîgirên wê, mîna ku komkujiyek bi vî rengî nebûye, tevgeriyan. Mîna zarok û ciwanên ku di mîtîngan de bi awayekî rûtîn qetil kir, ev yek jî weke zaiyata qaşo têkoşîna li dijî terorê dîtin. Çapemeniya Tirk 24 saetan ev komkujî nedît, dûre jî ji bo mîna bûyereke ji rêzê nîşan bide, ket nava hewldanan.”
Xwestin bi pere bidin jibîrkirin
Di daxuyaniyê de tê gotin ku nêzîkatiya li vê komkujiyê, nêzîkatiya li gelê Kurd careke din nîşan daye. Hikûmetê xwest tazmînatê yekser bide malbatan û ser komkujiyê binixumîne. Ev hewldan bi xwe nêzîkatiya wan a li Kurdan radixe pêş çavan. Di serdema modernîteya kapîtalîst de bi awayekî qirêj nîşan dane ku her tişt pere ye.
Kujer tên zanîn
Daxuyaniya KCK´ê wiha dewam dike: “Ev komkujî komkujiyeke kiryarên wê bi zelalî tên zanîn e. Kê ferman daye, kê bicih aniye, ev hemû bê şik û guman diyar in. Li gel vê zelaliyê jî darenezandina sûcdaran, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Lê belê gotin, ‘Emê li gorî dilê xwe Kurdan bikujin, emê hesab nedin kesî jî.’ Ev rêbaza bêdengkirinê ya di tevahiya dîroka Komarê de hat bikaranîn, li Roboskî jî bi awayekî bêperwa hatiye kirin. Komkujiya Roboskî kurteberiya şerê qirêj ê li dijî Kurdan e.”
Bi zanebûn ronî nakin
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê ragihand ku Komkujiya Roboskî bi zanebûn nehatiye ronîkirin û got, “Komkujiya Roboskî bi zanebûn nehatiye ronîkirin. AKP û dewleta paralel a ji navenda cemaetê ku hêza lêder a AKP’ê ye, ji bo Kurd travmayekê bijîn ev komkujî ronî nekirine. AKP’ê bi hevkariya cemaetê re xwestiye Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bike. Hikûmeta AKP’ê bi zanebûn polîs û dadgeriya Fethûllahperest ajotiye ser Tevgera Azadiyê ya Kurd. Dewleta Paralel, di çarçoveya agahî û polîtîkaya AKP’ê de, di şerê qirêj ê li hemberî gelê Kurd de bûye hêza lêdanê ya herî li pêş.”
Cemaat karên qirêj dike
Di daxuyaniyê de hat bibîr xist ku hikûmeta AKP ne tenê Roboskî, berpirsyar û kiryarên cînayet û hemû êrîşên qirêj di dema xwe de aşkera nekiriye û got, “Ev rastî nîşan dide ku bi dewleta paralel a navenda wê cemaet e, hevkariya karên qirêj hatiye kirin. Li Tirkiyê heta ku komkujiya Roboskî neyê ronîkirin, kes nikare bêje ew paqij e. Nelirêtî û karên qirêj ên îro xwe dane der, li welatên ku komkujiyên bi vî rengî nayên ronîkirin, derdikevin holê. Li Tirkiyeya ku komkujî lê rû didin û berpirsyar nayên dîtin, dê nelirêtî jî, karên qirêj jî, rêxistinbûyînên ne rewa jî her dewam bikin.”
Ronîkirina komkujiyê
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin ku meşandina têkoşîna ronîkirina Roboskî dê jiyana demokratîk û azad nêz bike û got, “Bi vê wesîleyê em hemû şehîdên xwe yên Roboskî bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin û careke din soz didin ku ewê berpirsyariya wan li ser milê wan bar kirine, bi pêkanîna Kurdistana azad, bicih bînin.”
ANF/BEHDÎNAN
YJA’ê banga seferberiyê kir
Yekitiya Jinên Azad YJA vîna gel a ji bo hilbijartinên herêmî li Kurdistanê daniye holê silav kir û namzetên jin pîroz kir. YJA’yê got, “Em bang li jinan, gelê Kurd û hêzên demokratîk dikin ku bi awayekî hevgirtî û bi ruhê seferberiyeke mezin beşdarî xebatên hilbijartinê bibin.” Koordînasyona YJA’yê der barê hilbijartinên herêmî yên 2014’an de daxuyaniyeke nivîskî weşand. YJA’yê vîna gelê Kurd a di xebatên pêşhilbijartinê de nîşan da silav kir û tevahiya namzetên jin ên bi pêşhilbijartinan diyar bû, pîroz kir. Her wiha ji hemû bernamzetên beşdarî pêşhilbijartinan bûn jî spas kir.
Jina azad civaka azad
YJA’yê kampanya bi sernavê “Bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk” a di 20 Kanûnê de dan destpêkirin bibîr xist û destnîşan kir ku armanca bingehîn a siyaseta demokratîk jina azad û civaka demokratîk e. YJA’yê bang li jinan kir ku siyasetê ji qadên herêmî bidin destpêkirin û li tevahiya civakê belav bikin û got: “Jin ku yek ji hêmanên bingehîn ên neteweya demokratîk e, bi vîn û rêxistinbûyîna demokratîk a di hilbijartinên herêmî de nîşan bide, wê rêxistinbûyîna demokratîk civakê ji nû ve avabûnê pêk bîne. Tevahiya jin û gelên me wê bi vîneke demokratîk û azad û bi rêxistinbûyîneke xurt hemû saziyên mêtîngeriyê yên li Kurdistanê xalî bikin û bi hilbijartinê re wan derxînin.
Bi xwe ava bike
Daxuyaniya YJA yê wiha dewam dike: ´Dê cografya Kurdistanê ji hemû reng û dengên dijber paqij bike û wê bigihêjîne reng, deng û cewhera wê ya rastîn. Li ser bingeha perspektîfa ‘Tu bi xwe bike, bi xwe ava bike’ dê bi pêşengiya civakîbûna jinê, civakîbûna demokratîk bi pêş bikeve. Em bi bawerin ku ji bo hilbijartineke serketî dê hewldan û nêzîkatiyên pêwîst ji niha û pê ve jî were nîşandan.”
Xebatên zanebûn
Koordînasyona YJA’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hemû jin wê li ser bingeha perspektîfa “Rêberê azad, civaka azad, pêşeroja azad” xebatên hilbijartinên bimeşînin û vîna demokratîk deynin holê. Em bang li tevahiya jinan, gelê Kurd û hêzên demokratîk dikin ku xebatên hilbijartinê bi hevgirtî û bi ruhê seferberiyeke mezin, bi zanebûna demokratîk û li ser bingeha serketinê bimeşînin û bi berpirsyariyên xwe rabin.
ANF/BEHDÎNAN