Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rayedarên partiyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê û hemû sazî û rêxistin Kurd ev êriş şermezar kirin. Her wiha rayedarên Herêma Kurdistanê mijar birin rojeva Ewrûpayê.
Piştî ev nûçe di hinek saziyên çapemeniyê de cih girt û bû rojev, Serfermandarî û Wezareta Derve ya Tirk daxuyaniyek da û îdîa kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk sivîlan bombebaran nekirine. Serfermandariya Tirk wêneyên ji peykê hatine kişandin ên cihên hatine bombebarankirin li çapemeniyê belav kir û îdîa kir ku ev wesayîta sivîlan ji aliyê balafiran ve nehatiye bombebarankirin. Lê Serfermandariyê derbarê ‘Ev 7 kesên sivîl çawa hatin kuştin’ de jî tu agahî neda.
ANF/AMED