Lîstika şanoyê ‘Ax û Av’ ku behsa komkujiya li jêrzemînên Cîzîrê û Licê dike û ji aliyê derhenêr Mehmet Emîn Yalçinkaya ve hatiyê nîvisandin, hêj provayên wê tên kirin û dê li Sîlêmaniyê di mîhrîcanê de derkeve pêşberî gel.

Şanoya Bajar a Amedê ji bo ku tev li Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Sîlêmaniyê bibe, provayên şanoya bi navê ‘Ax û Av’ dikin. Ev lîstika şanoyê behsa êrîşên hêzên dewleta tirk ên li ser welatiyên navçeya Licê ya Amedê yên di salên 1990’î de û komkujiya Cizîrê ku di jêrzemînan de 200 kes bi zindî hatin şewitandin û qetilkirina wan dike. Şanoya bi navê ‘Ax û Av’ ji aliyê derhenêr M. Emîn Yalçinkaya ve di sala 2013’an de hatiyê nivîsandin û cara yekemîn dê di 29’ê adarê de di mîhrîcana Silêmaniyê de bê pêşandan.

Rola jina ciwan

Şanogera jin Dîcle Guneş Yavuz diyar kir ku ew di lîstîkê de rola keçeke biçûk ku şahidiya bûyeran dikir, girtiyê ser xwe û ev tişt got: “Ez di lîstikê de keçeke 16 salî me û ez hem diçim dibistanê û hem jî diçim akademiyê. Di wê demê de leşker û cerdevan êrîşî gund dikin. Gel bi çekên giran tê gulebarankirin. Hemû xanî tên şewitandin. Ji bo ku em xwe ji êrîşan biparêzin bi komî dikevin jêrzemînê. Em bi rojan bê av û nan dimînin û ji ber ku birînên me giran in, her dinalin.”

  Da ku ji bîr neçe

Şanogera jiwan Guneş anî ziman ku ji ber çand û huner neynika civakê ye wan jî xwest bi şanoya xwe êşên civaka kurd ragihînin gel û wiha pê de çû: “Em ê di 29’ê adarê de biçin Silêmaniyê û şanoya xwe li wir pêşkêş bikin. Piştî ku em ji Silêmaniyê vegerin, em ê di meha nîsanê de derkevin ser dikê. Em bang li hemû gel dikin ku bila bên lê temaşe bikin. Armanca vê lîstîkê ew e ku em hovîtiyên li Licê û Cizîrê derxin ser dikê. 


 AMED/ŞÛJIN