Ji 18’ê Tebaxê û heta niha piştî ku li bajarên Kurdistanê “Xwebirêvebirin” hatin îlankirin, di nava 57 rojên ku derbasbûyî de bi dehan hevşaredar hatin binçavkirin û ji wan 17 kes hatin girtin û 3 hevşaredar jî bi “serbestberdana bi kontrolkirî” serbest hatin berdan. Derbarê 6 hevşaredaran de jî biryara girtinê hat dayîn. Hevseroka Yekitiya Rêveberên Herêmî yê Demokratîk Çîlem Işik da zanîn ku êrîşa li hemberî şaredaran nayê qebûlkirin û got armanca van opersayonên qirkirina siyasî ew e ku “ Xwebirêvebirinê” vala derbixin û çavtirsînê çêbikin.
Li Kurdistanê ku êdî gel ji bo xwe bi xwe bi rêve bibe li bajarên ku lê ne ‘Xwebirêvebirinê’ îlan dikin. Dewlet û îktidara siyasî ku li hemberî vê yekê tehemûl nake, êrîşa fîzîkî û siyasî pêk tîne. Planên şer ku ji aliyê hikûmeta demkî ya AKP’ê û Serokomarê Tirk Erdogan ve tê meşandin, li navendên ku “Xwebirêvebirin” tên îlankirin di bin navê ‘derketina derva qedexe ye’ dest bi êrîşên fîzîkî dike. Li aliyê din jî hevşaredarên ku vîna gel in dixe bin çava û wan digire.
Konsepta komkujiya siyasî
Ji 18’ê Tebaxê û heta niha di ser îlanên “Xwebirêvebirinê” ku li Şirnex û navçeyên wê dest pê kir û 57 roj derbas bû, heta niha 17 hevşaredar hatine girtin. Li gel wê 2 endamên giştî yên navendê, bi dehan xebatkarên şaredariyê û gelek endamên meclîsa şaredariyê hatin binçavkirin. Ji bo 6 hevşaredar jî biryara girtinê hatiye derxistin.
Li Kurdistanê piştî ku li Şirnexê îlankirin dest pê kir, piştre li Amed, Colemêrg û Wanê pêk hat û piştî îlankirinan ku di 18’ê Tebaxê de destpêkir di operasyonên qirkirina siyasî de hevşaredarên ku hatin girtin wiha ne:
Hevşaredarên Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Baruk, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi, Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, Hevşaredara Edremîtê Sevîl Rojbîn Çetîn, Hevşaredarê Licê Harun Erkuş, Hevşaredarên Colemêrgê Nurullah Çîftçî û Dîlek Hatîpoglu, Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, Hevşaredarên Îkîkopru Osman Karabulut û Hîdayet Tîryakî, hevşaredarên Beşîrî Mustafa Ozturk, Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder, hevşaredarên bajaroka Tuzluca Mehmet Gultekîn, hevşaredarê Hoşhaber Alî Çam û hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn.
‘Em ê pergala xwe bi xwe ava bikin’
Hevseroka Yekitiya Rêveberên Herêmî yê Demokratîk Çîlem Işik da zanîn ku êrîşa li hemberî bijarteyan nayê qebûlkirin û got armanca van opersayonên qirkirina siyasî ew e ku “Xwebirêvebirinê“ vala derbixin û çavtirsînê çêbikin.
Işık anî ziman ku li gelek cihê nîqaşên wan ên xwebirêvebirinê berdewam dike û wiha got: “Em ê vê yekê berdewam bikin. Di vî warî de binçavkirin, girtin û qetilkirin me çavtirsî nake. Em ê têkoşîna wê berdewam bikin. Em ê pergala xwe bi xwe ava bikin. Em ê hemû xebatên xwe yên di vî warî de berdewam bikin.”
DÎHA/AMED