BDP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd biryara vegera meclisê da lê komkujiya siyasî ku ji aliyê AKP’ê ve tê rêvebirin bênavber didomin. Duh jî polîsên AKP’ê li Pirsusê di ser şaredarî û malan de girt û 11 kes binçavkirin, li Sêrtê 6 kes û li Stenbolê 4 kesên din hatin binçavkirin. Her wiha li gelek bajarên din binçavkirin û girtin hebûn.
Bîlançoya binçavkirin û girtinên siyasetmedarên Kurd her diçe zêde dibin. Li Pirsusê piştî bi serdegirtina malên şaredar, endamên meclîsa şaredariyê û meclîsa giştî ya bajar, Egîtîm Sen, SES û ÎHD'ê vê carê jî polîsan bi ser Şaredariya Pirsûsê de girtin. Serê sibehê polîsan bi îdiya "di îhaleyê de nelirêtî hatiye kirin" bi ser Şaredariya Pirsûsê de girtin, lêgerîna li şaredariyê bi dawî bû. Di encama serdegirtinê de hard dîskên şaredariyê hatin kopîkirin û gelek belge jî hatin desteserkirin.
Polîsan bi aweyeke hemwext bi ser gelek malan de girtin û Wekîlê Şareda, Cîgirê Şaredar û midûr jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin. Di encame serdegirtinan de Wekîlê Şaredarê Pirsûsê Mehmet Ozkan, Berpirsyarê Şîrketa Bariş Temîzlîk Lîmîtedê Muhîttîn Yener, Midûrê Karên Nivîsan ê Şaredariyê Alî Yavuz, Cîgirê Şaredarê Pirsûsê Suyelman yildiz, endezyar Reşît Aslan, Îlhan Kizmak, Yuksel Tekînalp, Midûrê Muhasebeyê Ahmet Vural û cîgirê wî Mehmet Yavuz û kesekî ku navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. 10 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê.
Polîsan li Sêrtê bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 7 kes binçavkirin. Yekîneyên Midûriyeta Polisan a Sêrtê li taxên Conkbayir, Evren û Çalê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 6 kes binçavkirin. Polîsan 6 kesên binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.
Li navçeyên Stenbolê serdegirtinên malên Kurdan bê navber berdewam dikin. Polîsan piştî 2 roj berê li navçeyên Esenlerê û Bagcilar yên Stenbolê bi ser gelek malên Kurdan de girt û 16 kes binçavkirin, duh serê sibê jî berê xwe dan taxa Nişangâhê ya Fatîhê. Polîsan serê sibê li Nîşantaşi ya Fatîhê bi ser gelek malan de girt û kesên bi navê Bîlal Nargîlî, Yasîn Demircan û Murat û Deniz ku paşnavê wan nehat zanîn bi giştî 4 kes binçavkirin. Li aliyêdin yekşema borî polîsan li navçeyên Esenlerê 16 kes binçavkiribûn û ji 16 kesan yek jê zarok 3 kes bi îdîaya "endamê rexistinê ne" girtin û şandin girtîgehê.
Her wiha li Bursayê jî 16 xwendekar hatin binçavkirin. Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç beşdarî vekirina sala nû ya Zanîngeha Uludagê ya Bûrsayê bû û di merasimê de rastî şerezarkirina xwendekaran hat. Pişti bûyerê ji xwendekarên Arinç şermezarkirin 16 xwendekar hatin binçavkirin.


 NAVENDA NÛÇEYAN