Doh ne pêr li ser rojnameya me Yeni Ozgür Politikayê wêneyek hate weşandin. Di wê wêneyê de taxeke Nisêbînê, ango taxa Kanîkayê dihate nîşandan. Em dibêjin “tax” lê, taxbûna taxê heta berî şerê êrişa bajarên Kurdan bû, di wêneyê de jî diyar e ji wê şerê şunde êdî ne wekî taxek e, tenê mizgeftek û xaniyek maye, xêynî wan tu palek jî ne li ser piyan e, hemû tax ji holê rabûye. 

Birastî dewleta Tirk gelek gundên Kurdistanê ji holê rakir, gelek gund hilweşand û agir pêda, kevir li ser kevirekî nehîşt, gelek gund ji kokê ve bir. Însanên ku li wan gundan dijiyan hemû belavî bajar û bajarokên nêzî xwe bûn an jî koçberiya hin bajarên Tirkiyê kirin. Sal li ser salan derbas bû, Wan însanana bi awayekî jiyaneke nû ava kirin ji xwe re. Hinê wan derbasî Bakur bûn, keç û xortên ku li wan gundan ji dayik bûbûn hinê wan jî berê xwe dan çiyayên Kurdistan, an jî bi awayekî din tev li berxwedaniya dijî dagirkeriyê bûn. Qasî ku em ji civaknasiyê fêrbûne, ev encamên ku em behsa wan dikin jî ne tenê ji bo Kurdan derbasdar e, birastî wan encaman wekî pîvanên jiyan a civakî ya her demê ne û hema em dikarin bêjin di dîrokê de li hemû erdnigariyan jî hatiye jiyîn, bi hezaran ceribandinên civakî ve bûye xwedî rêzikek. Dagirkerî çiqasî bi şêweyên tundiyê xwe bi cîh bike, li beranberî wê jî ewqasî berxwedanî xwe birêxistin dike. 

Lê behsa me ya sereke, taybet hilweşandina şara Nisêbîn e. Çi ku Nisêbîn, ne tenê ciheke jiyanê ye, di heman demê de dîrok bixwe ye. Ji ber wê, gava Nisêbin hildiweşe, di heman demê de dîrok û ango bi hemû civak, hemû çand û baweriyên xwe ve, bi hemû nirx û kevneşopiyên xwe ve dîrok hildiweşe. Hovîtî, ne tene ji bo însanên vê demê re, ji beranberî dîrokê ve jî hovîtî ye, ango hovîtiyeke du qat hovîtî ye. Jixwe di nûçeyê rojnameyê de jî heye, bi hilweşandina Nisêbîn, taybet jî bi erdê ve rastkirina taxa Kanîka, tevî jiyanên civak a wê derê dijîn, dîrok jî ji kokê ve raxistine erdê. Dîrokê ku li wê derê hatiye binpêkirin, ne tenê ji bo Kurdistaniyan, ji bo hemû mirovahiyê komkujî ye. Komkujiya zanetiyê ye. Komkujiya bawerî û ramangeriyê ye. Komkujiya çavkanî yên têgihîştin ên hemû miletên dunyayê ye. 

Em wek gelê Kurd ji jiyan û daneheviyên xwe derbas bin û li ser wan dozek neyînin û deng nekin jî, bi hilweşandina Taxa Kanîkayê zanîngeha li wê derê, ango Zanîngeha Mor Yakup hatiye texrîbkirin (ku di heman demê de zanîngeha herî kevn a dîroka mirovahiyê ye), ji ber vê yekê divê hemû dunya xwedî lê derkeve û di serî de saziya Neteweyên Yekbûyî (UN), hemû berpirsiyarên navnetewî divê doza xwe bîne li ser vê dagirkeriyê. Çi ku Zanîngeha Mor Yakup, pêmayî û mîrateyek mirovahiyê ye û bi vî sûc a hanê ve tevî Kurdistaniyan mîrateya mirovahiyê rastî dagirkeriyê û rastî komkujiyê bûye. Ya rast ew e ku bi vî çalakiya xwe ya hovane ve hêzên dagirkeryê, komkujiyeke dîrokê û komkujiyeke mirovî pêk aniye. 

Rêberê Tevgera Azadiyê Abdullah Ocalan, bi xebatên xwe ya civaknasiyê ve pêyveke têgihînê, ango pêyva “Komkujiya Çandî” pêşbazî ji zanistên civaknasiyê re kirîbû. Ev bûyera dawîn ku bi wêne ya rojnameya me ve jî rû da, girîngiya vê têgihînê careke din tîne pêş me û tişteke din jî nîşanî me dide ku, pirsgirêka Kurdan êdî ji Kurd û Kurdistanê jî derbas bûye û ev kêşe êdî kêşe ya gel û civakên hemû dunyayê ye, di serî de jî saziyên ku ji bo parastina nirxên dîrokê hatine avabûyîn...