Mihemedê Seîd Axayê Deqorî belesebe qehremanek nîne, gava jê re dibêjin, kurê wî ne di nava agirê sînemayê de ye, ew li xelkê vedigere û dibêje, ”Ew hemû zarokên min in.” Piştî van gotinên xwe gava zarokan xilas dike, ji ber ku stûnek bi ser de dikeve, canê xwe ji dest dide.
Nêzîkî 500 zarokî di nav çar dîwaran de li benda mirinê man. Bi qêrîn û qijînê. Ji wan 283 zarok (li gorî jhin çavkaniyan 298 zarok), nekarîn xilas bibin, li hemberî mirinê şikestin, çongên wan şikestin. Şewata Sînemaya Amûdê di dîroka Kurdan de bûyereke ne tenê dilşewat e, ji ber ku ser gelek aliyên wê hat girtin jî birîneke nekewiyayî ye. Tevî ku îro 58´emîn salvegera şewatê ye, hîna trawmaya wê dev ji Amûdê bernedaye. Şewat û bîhna kizîrî ji bîra Amûdiyan neçûye û ji bîra nivîskariya wan jî. Axir di 13´ê Mijdara sala 1960’an de êvarê agir bi sînemeyê ket ku tê de nêzî 500 zarokî hebûn û 283 ji wan wê nekariya xilas bibin. Di bîra civakî ya Kurdan û nexasim a Amûdiyan de, ev şewat kommujiyek bû: Komkujiya Şewata Amûdê.
Rûdana bûyerê bi serê xwe elaqedarî kirinên rejîma hingê ya li Sûrî bû ku tevî Misrê bûbû Komara Erebî. Ji bo piştgiriya Şoreşa Cezayîrê, filmeke bi navê Cerîmet nisif el-Leyl (“Cerîmeya nîvê şevê”) ji aliyê dewleta Misrê ve hatibû çêkirin û rejîmê ew li navçe û bajaran li sînemayan dida nîşandan. Li zarokên dibistanê ên Amûdê Amûdê jî hat ferzkirin ku biçin sînemayê û li vê filmê temaşe bikin. Li hola sînemayê cihê 200 kesî hebû, lê 500 zarokên dibistanê tê de hatin bicihkirin. Gava ku agir bi sînemeyê ket, zarok tirsiyan û xwe bi wê tirsê li deriyan qelibandin. Lê belê ji ber ku ew deriyê felatê girtîbûn, 283 zarokan di nava wî agirî de di şewata Amûdê de canê xwe da.
Gunehkar dewlet e
Bûyer hema wisa bûyereke ji rêzê nebû. Beriya 58 salan qewimî lê îro jî birîneke nekewiyayî ye. Ji ber ku bûyer nehat rohnîkirin, û muhtemelen bi qesd gelek îdîa hatin belavkirin, trawmaya bûyerê jî heta roja me ya îro zindî ye.
Amûdê ya ku ya niha di nav sînorên Rojaveyê Kurdistanê de bi awayekî azad cih digire, heta sala 2011’an jî di destê rejîmê de bû. Ji ber vê yekê bersûcê vê şewatê dewlet tê nîşandan. Kurdên Rojava di bin zext û zordariyên rejîma Sûriyeyê de gelek zehmetî kişandine û di navbera dewlet û gelê herêmê de dijminahiyek derketiye holê. Sedema şewatê wek ev dijminahî tê nîşandan. Ango rasterast dewlet wek kiryarê bûyera şewatê tê nîşandan.
Li aliyê din jî li gorî hin îdîayan şewat ji ber ceyranê derketiye. Lê belê qiflekirina deriyan, şik û gumanên mezin bi mirovan re çêdike. Zêdebûna gumanan li kiryaran digere. Deriyên girtî li pişt vê yekê armancên xirab tîne bîra mirovan. Roja îro bi xwe jî pirraniya Kurdên li wê derê rejîmê û rêveberiya wê demê berpirsiyar û gunehkar nîşan didin. Jixwe mirina 283 zarokan (yan jî 298 zarokan) wekî din dikare bibe sûcê kê, heger ne dewlet be; lewma ji ber elektrîkê jî derketibe, ya ku ew 500 zarok di sînemaya ji bo 200 kesî de bi zorê civand dewleta hingê bi xwe bû û yê ku derî li ser wan da quflekirin kî ye, kî nîne û ka şewat bixwe qeza bû yan na jî vediguherin pirsên talî.
‘Ew hemû zarokên min in’
Qehremanekî wê rojê heye: Mihemedê Seîd Axayê Deqorî. Wî bi destê xwe ji nava şewatê gelek zarok xilas kirine. Di şeva şewata Sînemaya Amûdê de, ji sînemayê bi dehan zarok derxistin. Di dawiyê de stûnek bi ser wî de hat xwarê û wî di bin de canê xwe ji dest dide.
Gava Mihemedê Saîd Axayê Deqorî xwe tevahiya hêza xwe dide xilaskirina zarokan, hin kes jê re dibêjin; ”Tu li kurê xwe digerî? Kurê te ne li wir e, va ye li wê derê ye.“ Mihemedê Deqorî dibêje; ”Ew hemû zarokên min in. Ez ne li pey kurê xwe me!”
Mihemedê Seîd Axayê Deqorî bi wan gotinên xwe di nav dîroka birîna Şewata Amûdê de navê xwe wek lehengekî dide nivîsandin. Her ku behsa wî tê kirin, civatên navê wî li wan birî, kelogirî dike.
Vegotina Mele Ehmedê Namî
Mele Ehmedê Namî di pirtûka xwe ya bi navê “Agirê Sînema Amûdê” de lehengiya Mihemedê Seîd Axayê Deqorî wiha vedibêje: ”Dibêjin hêj destpêka agir bû, lê hin bi hin pêtiyên wî dijwar dibûn. Koma ademîzadan hawara agir, jin û mêr li hev sitûr dibûn. Me dît ji wê koma bêjimar xortekî ciwan û hêja, hunermend û canpola, mêrxas û xîrteşînas, “Mihemedê kurê Seîdê Deqorî”, derket. Peywend û zincîrê jînê qetandin, weke şêrekî xeyidî û teyrekî bazî ku xwe berde ser nêçîrê, êrîş berda kûrangiha agir, kûrangiha mirinê; hundirê sînemê, ta ku gihişt zarokan û ji wan dido dan bin çengê xwe û anîn der. Cara duduwa dîsa êrîşî hundir kir û du zarokên din anîn der….” *
* Ji pirtûka M. Ehmedê Namî ya bi navê “Agirê Ssînema Amûdê” (Weşanên Jîna nû: 12, Uppsala 1987)
Em neçar kirin û derî qenc asê kirin
Yek ji kesên ji komkujiya Amûdê rizgar bû hûrgiliyên komkujiya ku bi destê rayedarên hikûmeta Sûriyê ya wê demê de pêk hat, Îbrahîm Rustem e. Ew dibêje, ew bi zorê birine sînemayê û derî bi ser wan de asê kirine. Îbrahîm Rustem ku wê rojê li sînemayê bû, hûrguliyên komkujiyê wiha tîne ziman: ”Ez û birayê min ê ji min mezintir, neçar kirin, ji ber vê yekê me bilêta filmê kirî. Ji me re gotin, heger hûn neçin sînemayê, em ê we ceza bikin.
Zarok bi zorê birin sînemayê, agir bi dawiya sînemayê ket. Agir li ser ekrana sînemê xuya bû. Zarokan got qey agir di filmê de ye. Me dengê welatiyan li derve bihîst ku ew dixwazin derbasî sînemayê bibin da ku me rizgar bikin.
Derî girtîbûn, baş asê kiribûn. Welatiyan derî şikand, ez û birayê min di derî re derketin. Em şewitîn. Lê birayê min ê mezin di hundirê sînemayê de ma û şehîd bû. Gelek sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hîna bandora wê heye. Dengê zarokên di şewatê de şehîd bûyî, hîn di guhên min de ye.”
Ji maqûlên Amûdê bû
Mihemedê Daqorî beriya şewata Amûdê jî ji maqûlên Amûdê bû. Li ser wî û Zergayê kilamek heye. Di wê kilam de Zerga bangî Mihededê Daqorî dike û dibêje:
Kuro te ez ne xwestim, te ne ez revandim
Te ez nekuştim, te ez helandim lo
Te ez kirim şîşa tenûrê, ji xwe re reş qelandim
Axir, Zerga bi evîna Mihemedê Axê dişewite. Zêrga bi biryara malbatê, bi taybetî ya bavê wê, bi ‘Seîdê Hecî Şêxmus’ ê kal û mêrê sê jinan re hatiye zewicandin. Lewma jî di kilamê de Zerga nifiran dike li Mihemedê Axê:
Mihemed Axa, Kuro dîno teyê nav û dilê min helandî,
tu heq û sebebê te li min tine lo.
Te dil û navê min helandiye,
hêviya min ji rebê alemê heye ku te jî bihelîne
Di strana Zergayê de diyar dibe ku Mihemed hem ji aliyê civakî, eşîrî ve hem jî ji aliyê dewlemendiyê ve li hafa jor a civakê ye. Ji gotinên di stranê de yên mîna, ”Eman li minê, ez ê bi Amûda bavê Mihemed ketim...” diyar dibe ku Mihemed lawê Seîd Axa ye ku bi hêz û dewlemendiya xwe mîna xwediyê Amûdê tê nasîn. Mihemed siwarê cîbê ye û bazirganiyê jî dike. Xweşmêriya wê jî bi gotinên ”tifinga destê Mihemedê Axê ji va yê Ecem î şeş derhem” tê terîfkirin.
Komuna filman
Komuna Filman a Rojava sala 2015´an hat damezirandin bi armanca birêxistinkirina nîşandana filman, pêkanîna nîqaşên li ser rola filman di civakê de û hilberandina filmên nû û damezirandina akademiyeke filman da ku çanda filman a herêmî teşwîq bike.
Komuna Filman a Rojava li pêşiya xwe weke armanc daniye ku li Rojava ya ku lê holên sînemayê kêm in, salonên sînemayê yên taybet ava bike. Jixwe di vê çarçoveyê de wê li bajarê Amûdê jî holek bê vekirin.
Berpirsên Komuna Filman lidarxistina mihrîcanê dibêjin, armanca wan ew e çanda sînemayê ji tirsa tecrûbeya xirab û trawmaya wê bibihure.
Festîval îsal li Kobanê ye
Mihrîcana Filmna a NAveneteweyî ya Rojava jî ya duyemîn jî bi rasthatina salvegera Şewata Amûdê tê kirin, ji bo hem bibîranîna komkujiyê û hem jî li pey xwe hiştina trawmaya komkujiyê kirî. Festîvala Filman a NAvneteweyî ya Rojava par li par li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo, bi rê ve çû.
Îsal jî bi navê Festîvala Filman a Naveneteweyî ya Kobanê pêk tê û di van Mihrîcanan de nîşandana filman li Amûdê cihekî girîng digire.
Festîval îsal wê 7 rojan dewam bike û di serî de ji Ewrûpa, ji gelek deverên cihanê mêvan wê beşdar bibin. Di çarçoveya moihrîcanê de li bajarên Qamişlo, Serêkaniyê, Amûdê û Eyn Îsa film wê bên nîşandan.