
Cemîl Bayik, têkildarî amadekariya êrîşeke mezin a MÎT’ê ya li dijî PKK’ê got, “Derb li vê komployê ketiye, pêşî lê hatiye girtin.” Bayik xwest hêzên Başûrî jî nekevin xefika dewleta Tirk. Nîqaşên li ser girtina endamên MÎT’ê ji aliyê PKK’ê ve, dewam dikin. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, di bernameya “Ulkeden” ya News Channelê de, bersiv da pirseke li ser mijarê. Li ser mijarê Bayik got, “Tê zanîn, ji ber vê ve êrîş û komployên dewleta mêtinger-faşîst a Tirk li dijî tevgera me hene. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn, bi taybetî faşîzma Erdogan-Bahçelî êrîşî rêveberiya tevgera me dike, dixwazin derbê li rêveberiyê bixin û li ser vê bingehê polîtîkayê dikin. Agahî li ber destê me hene. Erdogan-Bahçelî bi rêya MÎT’ê, her wiha bi rêya daîreya şerê taybet a Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, dixwazin hin çalakiyan li dijî rêveberiya me bikin. Çalakiyên revandinê, sûîqestê, bi kurtasî bi îmhakirina rêveberiya tevgera me, dixwazin tevgerê tasfiye bikin û qirkirina Kurdan bibin serî. Çarenûsa xwe bi vê ve girê dane.”
Sedî Pîrî rast dibêje
Bayik îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Bakur û Tirkiyeyê, li Ewrûpa, li Başûrê Kurdistanê, hema hema li hemû parçeyan karekî bi vî rengî dikin û wiha dewam kir: “Daxuyaniyên Birêz Sedî Ehmed Pîrî rast in. Hem li herêma PDK’ê, hem jî li herêma YNK’ê, MÎT û daîreya şerê taybet li hemberî rêveberiya me hin plan û rêxistinbûn kirine. Ji bo çalakiyan bikin, hin kom bi rêxistin kirine. Lê belê Birêz Sedî Ehmed Pîrî dibêje, YNK ne di nava vê de ye. Em bawer dikin, welê ye.”
Cemîl Bayik îşaret bi kesên li Başûrê Kurdistanê hevkariyê dikin bi MÎT’ê û daîreya şerê taybet re û got, “Bêguman divê hêzên Başûrî, partî û kes di nava van planên dewleta mêtinger û faşîst a Tirk de cih negirin. Em hêvîdar in wê cih negirin. Eger cih bigirin, wê hingî dijminatiya herî mezin li PKK´ê û gelê Kurd kiribin. Em texmîn nakin ku ti Kurd cihê xwe di nava planeke bi vî rengî ya bêxêr de bigire. Dewleta faşîst a Tirk, piştî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê me, xwest ku komployeke mezin bike. Lê belê derb li vê komployê hat xistin, pêşî lê hate girtin. Bi ser neket.”
Bi dewleta Tirk nexapin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi bîr xist ku dewleta Tirk û hilûmeta AKP´ê bi hevkara xwe MHP´ê re timî li pey tasfiyekirina tevgera wan e û wiha dawî li hizra xwe ya li ser mijarê anî: “Dixwazin hêzên Başûrî jî tevlî vê bikin. Yanî hêzên mîna PDK û YNK’ê. Her wiha ji bilî PDK û YNK’ê rêxistinbûnên xwe yên taybet jî hene. Bi taybetî hewl didin ku PDK û YNK’ê bixin nava van planên xwe yên xeter û bêxêr. Em hêvîdar in wê di nava van hewldanan de cih negirin, ji ber ku heger cih bigirin wê xiyanetê li xwe jî bikin. Ne tenê li PKK’ê wê xiyanetê li xwe, li gelê Kurd jî bikin. Nabe ku ti hêz yan jî kesekî Kurdistanî xizmetê ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta mêtinger faşîst a Tirk re bike. Divê neke. Eger di vê mijarê de li gorî daxwaza dewleta Tirk tevbigerin, derba herî mezin ew ê bi xwe bixwin. Bi vê munasebetê ez wan jî hişyar dikim, divê xwe ji xefikên bi vî rengî vegirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN