Li Almanyayê civînên gel û çalakî hatin lidarxistin, li Awustralyayê jî kurd daketin kolanan. Li bajarê Elmanya Munchenê, ciwanan êrîşên qirkirinê yên AKP li Bakurê Kurdistanê dike, bi li xwekirina kefenan şermezar kirin. Ciwanan li ser kefenên spî navên Sûr, Cizîr û navçeyên din ên komkujî lê hatine kirin, nivîsandin.

Di belavoka li çalakiyê hat xwendin de bal hat kişandin ser bazara Serokwezîra Elman Angela Merkel bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re li ser penaberan. Ciwanan ji Elmanyayê xwestin, ji bo sekinandina komkujiğyan derhal zextê li AKP’ê bike. Ciwanan di dema çalakiyê de bi xwepêşandanekê re nîşan dan ku Erdogan û Merkel xwîna Kurdan vedixwin.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Munchenê jî civîneke gel hat lidarxistin. Di civînê de komkujiyên ku li bajarên bakurê Kurdistanê pêk tên hatin şermezankirin û komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî tund hat şermezarkirin. Her wiha hat xwestin ku Ocalan di aliyê fîzîkî de demildest azad bibe. 

Kurdên li bajarê Awustralya Sîdneyê dijîn, ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê li Meydana Town Hall li hev civiyan. Di çalakiyê de zarokan li ser komployê belavok belav kirin û bi findan “Ji Ocalan re azadî“ nivîsandin.  


Li Roma û Grosetto yê çalakî pêk hatin 

Revandin û radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi Komploya Navneteweyî re, li bajarên Îtalya Roma û Grosetto hat şermezarkirin. Bi sedan kurdistanî û dostên wan ên îtalî li qada Colleseûm a Romayê li hev civiyan û komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê şermezar kirin.


Li Erîvanê hat şermezarkirin

Kurdên li Ermenistanê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek li dar xistin û komplo bi tundî şermezar kirin.

Civîna li paytext Erîvanê hat lidarxistin, bi beşdariya kurdên li herêmên Elegez, Oktberiyan û Aboviyanê dijîn pêk hat. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir. Piştre jî bi rêya sînevîzyonê li axaftina Ocalan a di sala 1999’an de li Romayê ji bo civaka êzidî kiribû, hat temaşekirin û guhdarîkirin.  


 NAVENDA NÛÇEYAN