Di çalakiyê de dirûşmên, „Komploger têk çûn“, „Bijî Serok Apo“ hatin gotin. Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Gel a Strasbourg daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya ku komplo hat şermezarkirin, peyama, “Heta Rêberê me azad bibe wê çalakiyên me bidomin” hat dayîn.


Li Wûppertalê çalakiya ji bo azadiya Ocalan

Li bajarê Elmanya Wûppertalê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Viyan, konê di çarçoveya çalakiyên ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li gelek navendên bajêr tê vedan, vê hefteyê jî dewam kir.

Di çalakiyê de bal hat kişandin ser şert û mercên ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkaya şer a AKP’ê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hat teşhîrkirin.Çalakiya kon a ku bi sedan belavok lê hatin belavkirin, wê roja Çarşemê dîsa bê lidarxistin.


Ji bo çalakiya Brûkselê bang

Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî, der barê çalakiya ku wê di salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bê lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîr xist, ku di 9’ê Cotmeha 1999’an de komploya navneteweyî ketiye meriyetê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekser hedef hatiye girtin û di vê demê de neçar maye xaka Rojhilata Navîn biterikîne.

Însiyatîfê diyar kir ku, hêzên navneteweyî di herikîna dîrokê de her timî êrîşî nasnameya Kurd kirine û destnîşan kir, ku li ser bingeha parastina nasnameya Kurd Ocalan têkoşîneke mezin a mirovahiyê meşandiye.Însiyatîfê da zanîn, ku komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, xeleka dawî û ya herî berfireh a komployên di dîroka Kurdistanê de hatine kirin e.


Kurdên li Elmanyayê dadikevin qadan

Kurdên li Elmanyayê, wê li gelek navendan komploya navneteweyî şermezar bikin.Ji ber salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdên li Elmanyayê xwe amade dikin li gelek bajarên vî welatî çalakiyên protestoyî lidar bixin.

Di navbera 9 û 10’ê Cotmehê de Kurdistanî wê li navendên Olderburg,  Berlîn, Koln, Frankfûrt, Hannover, Hambûrg, Stûttgart , Freiburg Heilbron, Heîdenheim û Muncehên bimeşin û komployê protesto bikin.  


 STRASBOURG