QEREÇÛX ENWER / ROJNEWS / HEWLÊR


Hevseroka KNK'ê Nîlûfer Koç diyar kir ku ew ên ku xwestin bi komployê li dijî Ocalan şoreşa gelê Kurd ji holê rakin, îro ew bi xwe ji holê radibin û got; "Ew welatên ku destê wan di komployê de hebû, îro hewceyî Ocalan in û hewcedariya wan bi şervanên xwendekarên Ocalan heye."

Hevseroka Kongreye Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç têkildarî 19. Salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got,  yên xwestin şoreşa Kurd ji holê rakin, bi ser neketin û got; "Piştî 19 salan ew kesên ku xwestin bi komployê desteserkirina Serokê Kurd şoreşa Kurd têk biçe, bi ser neketin. Ocalan peywa serok yan rêber xelat kir. Ji ber ku di nava rewşa êşkenceya Îmralî de berxwedana xwe ji bo şoreşê dewam kir."

 

'Ked hemû pêşkêşî jinan kir'

Koç diyar kir ku Ocalan hemû ked pêşkêşî jinan kir û wiha domand; "Ocalan hemû ked pêşkêşî jinan kir, ev jî bûye sedem ku îro hêzek pêk bê, di asta cîhanê de şanazî pê bêkirin. Nexasim di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de derket holê. Îro baweriya cîhanê bi Kurdan heye. Hêzeke weke DAIŞ'ê her çend ku Emerîka û Rûsya nekarîbûn ji nav bibin, lê Kurdan karî wê ji holê rakin. Ev pêngava niha ji bo Reqa û herêmên din destpêkirî, hemû encama keda Rêber Apo ye."


Stêrkên Ocalan bilind dibin

Hevseroka KNK'ê Nîlûfer Koç diyar kir ku yên ku xwestin bi komployê li dijî Ocalan şoreşa gelê Kurd ji holê rabikin, îro ew bi xwe ji holê radibin û got; "Stêrkên Ocalan bilind dibin û yên dagirkeran vedimirin. Bi taybetî ya dewleta Tirk û wan dewletên sed sal e ku gelê Kurd qetil dikin vedimire."

Hevseroka KNK'ê Nîlûfer Koç herî dawî got; "Kesên destê wan di komployê de hebû îro hewceyî Ocalan in. Ji ber ku îro hewcedariya wan bi şervanên xwendekarên Ocalan heye. Ew hêzên ku sereke destê wan di komployê de hebû, Emerîka û welatên Ewrûpa bûn, îro jî dibêjin bila şervan li Reqayê DAIŞ'ê bişkînin. Ew şervan jî hemû xwendekarên Ocalan in."




Başûr komplo şermezar kir



Li bajarên Başûrê Kurdistanê Silêmanî, Koyê û Kerkûkê bi çalakiyên cuda doh komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.  Li Silêmanî, Koyê û Kerkûkê, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ve komploya navneteweyî 9’ê Cotmehê ya li dijî Ocalan şermezar kirin.

Li Silêmaniyê berêvarê saet 16:00’an li ser Riya Salim meşê destpê kir û li Baxê Giştî bi dawî bû. Li navçeya Koyê ya Hewlêrê saet 15:00’an li Parka Giştî ya Koyê daxuyanî hat dayîn.

Li Kerkûkê jî saet 15:00’an li Parka Qela ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê çalakî pêk hat. 


NAVENDA NÛÇEYAN